Li Sûdanê 528 kesan jiyana xwe ji dest dan

Tevî biryara 5’emîn agirbestê ya li Sûdanê hat ragihandin jî di pevçûnên ku berdewam dikin de 528 kesan jiyana xwe ji dest dan. Tê gotin ku eger pevçûn veguherin şerê navxweyî dibe ku Sûdan ji Sûriye û Lîbyayê xerabtir be.

Navenda Nûçeyan - Wezareta Tenduristiyê ya Sûdanê ragihand ku ji ber şer û pevçûnên di navbera artêş û Hêzên Piştgiriya Bilez ku di 15’ê Nîsanê de dest pê kiribû, 12 eyalet jê bandor bûye. Di daxuyaniya ku ji aliyê wezaretê ve hat dayîn de hat diyarkirin ku li di nexweşxaneyên 18 eyaletan de 528 mirî û 4 hezar û 599 birîndar hene.

5 caran agirbest hat ragihandin

Li gorî nûçeya di Dîwarê Rojnameyê de Li Sûdanê di roja duyemîn a agirbesta ku cara pêncemîn hat ragihandin de pevçûnên aliyan berdewam kirin. Li paytextê derdora Kulliyeya Serokomariyê û Fermandariya Giştî ya Artêşê pevçûn dijwar dibin, li taxên başûr jî agirbest tê binpêkirin. Ji gelek taxên Xartûmê dengê pevçûn û dûman bilind dibe. Di vê navberê de Hêzên Piştgiriya Bilez îdia kir ku li Umdurmanê balafireke şer a MiG ya artêşê xistine xwarê.

Terefên li Sûdanê jî ragihandin ku ew ê ji 28’ê Nîsanê û pê ve li gor banga DYA ya ji bo agirbesteke nû ya 72 saetan tevbigerin.

'Ger veguhere şerekî navxweyî, dibe ku rewş ji Sûriye û Lîbyayê xerabtir bibe'

Serokwezîrê berê yê Sûdanê, Abdullah Hamduk, got ku ger şer li welatê wî bibe şerekî navxweyî û zû neyê rawestandin, dibe ku rewş ji Sûriyê û Lîbyayê xerabtir bibe. Abdullah Hamduk di axaftina xwe ya li Kenyayê de diyar kir ku ger li Sûdanê şerekî navxweyî yê muhtemel neyê rawestandin dê ji bo cîhanê bibe kabûsek û wiha berdevam kir: "Li Sûdanê di navbera artêş û komeke piçûk a serhildêran de şer tune, hema hema herdu jî artêşên baş perwerdekirî û biçek in, ji vî şerê bêwate ti kes nikare bi ser bikeve.”

Xeterî berdewam dike

Ji aliyê din ve Wezareta Derve ya Brîtanyayê ragihand ku ji 25’ê Nîsanê û vir ve hezar û 888 welatiyên Sûdanê hatine derxistin. Di daxuyaniye da hat balkişandin ku ji bo hemwelatiyen ku diçin Port Sûdan, bajare li perava Behra Sor a Sûdan û ji bo welaten derdor we xizmeten konsolosxane be kirin û cih da nirxandina Wezîrê Karên Derva James Cleverly. James Cleverly got, "Em ê amûrên dîplomatîk bikar bînin da ku agirbestek demdirêj bidest bixin û xwînrijandinê rawestînin. Ji bo ewlekarî û refaha gelê Sûdanê, baştirîn e ku di dawiyê de derbasî rêveberiyek sivîl a bi îstîqrar bibin."