‘Em bang dikin ku rojnamegeriyê biparêzin’

Rojnameger Dîcle Mûftûoglû û Sedat Yilmaz ên di operasyonên li Enqereyê de hatin binçavkirin, di peyama ku bi rêya parêzerên xwe şandin de banga parastina rojnamegeriyê kirin.

Navenda Nûçeyan- Kesên ku li 15 parêzgehan di çarçoveya lêpirsîna ku li Enqereyê hatibû destpêkirin de piştî operasyona binçavkirinê ya navend Amedê hatibûn binçavkirin, birin Enqereyê. Hate hînbûn ku Hevseroka Cemiyeta Rojnamegerên Dîcle Firatê (DFG) Dîcle Mûftûoglû, edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Sedat Yilmaz û hevjîna wê Selma Yilmaz ên li Amedê hatin binçavkirin û Fîlîz Yilmaz xwişka Sedat Yilmaz a li Stenbolê hatin binçavkirin, anîn Enqereyê. Rojnamegeran bi rêya parêzerên xwe peyam şandin û bang li raya giştî kirin ku rojnamegeriyê biparêzin.

'Em bang dikin ku rojnamegeriyê biparêzin'

Dîcle Mûftûoglû di peyama xwe de diyar kir ku ew ji bo ronîkirina rastiyê dixebitin û ev tişt parve kir:

“Weke berdewamiya kevneşopiya zêdeyî 30 salan em hewl didin careke din bêdeng bibin. Di operasyona ku 2 roj berê li Amedê hat lidarxistin de 5 rojnameger hatin binçavkirin. Tevî kesên ku bi salan e bi operasyonên bi vî rengî hewl didin me sûcdar bikin jî lêgerîna me ya heqîqetê didome. Ti astengî nikare vê rastiyê tarî bike. Em bang li hemû hevrêyên xwe dikin ku li dijî van hemû operasyonên reşkirinê rojnamegeriyê biparêzin.”

'Ne gengaz e ku em pênûsa xwe bitewînin'

Sedat Yilmaz di peyama xwe ya banga hevgirtinê de wiha got:

“Heval û hevkarên hêja. Ez pir bi hêz, dilgeş û bi hêz im. Ne gengaz e ku em li ber mafya, li ber tiryakfiroşan sudyê xwe bitewînin, pênûsa xwe bitewînin. Tişta ku ez ji we hêvî dikim xurtkirina hevgirtinê ye. Min heval Dîcle Mûftûoglû dît, silavê ji giştî hevalan re hebû. Ez, hevjîn û xwişka min di binçavan  de ne. Em neçar man keça xwe ya 13 salî ji nasên xwe yên Amedê re bihêlin. Silav û hezkirin.”