Malbata Şenyaşar: Tu kes ji vîna gel bihêztir nîn e

Malbata Şenyaşar a di roja 769’emîn de Nobeta Edaletê didomîne ev peyam da: “Tu kes ji vîna gel bihêztir nîn e.”

Riha-Li Pirsûsa Rihayê di 14’ê Hezîrana 2018’an de du kur û hevjînê Emîne Şenyaşar ji aliyê xizm û parêzvanên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin. Nobeda Edaletê ya ku di 9'ê Adara 2021'an de li ber Edliyeya Rihayê ji aliyê Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ve hatibû destpêkirin di roja 769'an de berdewam dike. 

Ji ber dawiya hefteyê adliye girtiye Emîne Şenyaşar nobeta xwe li mala xwe ya Pirsusê didomîne û Ferît Şenyaşar jî ji ber xebatê hilbijartinê li qadan e.

Malbat li ser hesabê xwe ya medyaya dîjîtal ev peyam parvekir: “Tu kes ji vîna gel bihêztir nîn e. Di feraseta me de hêrsbûn tune ye û hesabdîtina şexsî tune ye. Tenê dê edalet hebe.”