Rojnamegerên hatin binçavkirin anîn Enqereyê

Hevseroka Giştî ya DFG Dîcle Mûftûoglû û girtiyên din ên ku di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de li Amedê hatibûn binçavkirin, anîn Enqereyê.

Enqere – Di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê der barê 49 kesan de dabû destpêkirin de, Hevseroka Komaleya Rojnamegerên Dîcle Firatê (DFG) Dîcle Mûftûoglu jî di nav de kesên ku 29’ê Nîsanê li 15 bajaran hatibûn binçavkirin, anîn Enqereyê.

Di dosyaya ku biryara nepenîtiyê heye de hat hînbûn ku piştî 24 saetan qedexeya parêzeran a li ser girtiyan hat dayîn, parêzer ji bo bi muwekîlên xwe re hevdîtinê pêk bînin çûn Midûriyeta Emniyetê ya Enqereyê.

Di heman operasyonê de Cîhan Guneş li Fethiye, Ramazan Debe li Rihayê, Erol Balcî li Aydin Soke û Evîn Ozbek, Mahmut Dog, Devran Ak û Cahît Kanbay jî anîn Enqereyê.