Dîrok û berxwedana 1’ê Gulanê

Beriya 137 salan li bajarê Chîcago yê DYA’yê karkeran, ji bo ku saetên xebatê bibin 8, dest bi grevê kirin. Wê berxwedanê rê nîşanî hemû çîna karkeran da, bû sedem ku roja 1’ê Gulanê bibe Cejna Karkeran.

SARYA DENÎZ

Navenda Nûçeyan- Bi sedsalan e mirov ji bo jiyana xwe bidomînin, neçar mane di mercên zehmet de bixebitin. Daxwazên kesên kedkar her dem an ji nedîtî ve hatin dîtin an paşve hatin xistin, an jî qet girîngî nehat dayîn. Bi sedan kesên ku daxwaza mafên xwe kirin, ji bo mafên karkeran têkoşiyan û bindestiya di nava çerxên pergala kapîtalîst de red kirin hatin qetilkirin. Bêguman di vê têkoşînê de destkeftiyên karkeran jî di nava rûpelên dîrokê de hatin nivîsandin û heta roja îro navê wan tê gotin. Roja 1’ê Gulanê ku bûye sembola têkoşîn û berxwedanê, di dîroka karkeran de wekî roja ‘serkeftinê’ tê bibîranîn.

Di encama daxwaza kêmkirina saetên kar de roja 1’ê Gulanê bû roja karkeran. Ev daxwaz ji bo karkeran xwedî girîngiyeke jiyanî bû. Di sedsala 19’an de karker rojê 18 saet, tenê ji bo zikê xwe têr bikin dixebitîn. Tu mafên wan ên civakî tunebû, gelek ji wan di bereqeyên ku li kêleka fabrîqeyan hatibûn çêkirin de diman. Karker ji ber wan mercên xebatê tenê 40 salan li jiyanê diman. Di 21’ê Nîsana 1856’an de  hostayên kevir ên Avustralyayî li Victoriayê ji bo saetên xebatê bibin 8 hemûyan dest ji kar berdan. Wê çalakiya wan her sal bû merasima bîranînê û ji bo karkerên li Amerîkayê jî bû îlham û cara yekem wan jî çalakiya destberdana ji kar pêk anîn. Li welat bi hezaran karker ketin grevê û dûre bûyerên ku wekî ‘bûyera Haymarket’ ketiye dîrokê û bûyerên ku bûn sedem 1’ê Gulanê wekî Roja Karkerên Cîhanê were diyarkirin qewimîn.

Bingehên 1’ê Gulanê

Di 1’ê Gulana 1886’an de de li Haymarketa li Chicagoyê mîtînga karkeran hat lidarxistin. Yek ji sedemên lidarxistina mîtîngê jî serkeftina sendîkayê ya beriya sê hefteyan li Chicagoyê bû. Di fabîrqeyek ku amûrên çandiniyê çêdikir de, karkeran mercên xebatê şermezar kiribûn û diyar kiribûn ku dê dest bi grevê bikin. Ji ber wê yekê karker bi komî ji kar hatin avêtin. Li bendê bûn ku li cihê 800 û 1000 kesên ku vala bûye dê penaperên ku li ber fabrîqayê sekinîbûn serlêdan bikin lê di wê pêvajoyê de ji ber kampanyaya ku Rojnameya Karker dabû destpêkirin, tenê 300 karkeran serlîdan kirin. Ev yek serkeftinek bû. Dûre li Chîcagoyê çend roj dest bi grevek hat kirin.
Karker hatin qetilkirin

Roja 3’ê Gulanê, polîsan xwest karkerên di grevê de belav bikin û di encamê de 6 karker hatin qetilkirin, bi dehan jî birîndar bûn. Karkeran dest ji kolanan bernedan û ber bi Qada Haymarket ve dest bi meşê kirin. Roja 4’ê Gulanê bombe avêtin nava karkarên ku li Mayedana Haymarket kom bûbûn û di bûyerê de 12 kes mirin. Du polîs jî di heman bûyerê de mirin û li ser vê yekê polîs gule bera girseyê da, herî kêm çar kesên sivîl û 7 polîs hatin kuştin, 110 kesên sivîl û 60 polîs birîndar bûn. Di encamê de bi sedan pêşengên karkeran hatin girtin û 4 ji wan bi awayê bêhiqûq hatin darizandin û darvekirin. Di 5’ê Gulanê de careke din gule berdan ser girseyê û yek jê zarok 7 kes hatin qetilkirin. Ev yek ji bo tevgera karkeran a 1’ê Gulanê bû rojeke girîng.

Enternasyonala duyemîn û îlan

Enternasyonala duyemîn, bi pêşniyarpirsa nûnerê karkerên Firansiz; 1’ê Gulanê wekî roja yekitî, hevgirtin û têkoşîna çîna karker hat îlankirin. Di sala 1889’an de li Parîsê Enternasyonala Duyemîn kongreya xwe ya yekemîn li dar xist. Di 1’ê Gulana 1890'an de li gelek welatên DYA û Ewropayê, karkeran bersiv dan banga li wan hatibû kirin, li Şîlî û Peruyê xwepêşandan hatin lidarxistin. 1’ê Gulanê, di kongreya duyemîn a Enternasyonalê ya 1891'ê de wekî çalakiyeke salane ya bi fermî hat qebûlkirin.

Di dema Osmaniyan de li Tirkiyeyê 1’ê Gulanê

Di serdema dewleta Osmaniyan de 1’ê Gulane ji salên 1860'î û pê ve ji aliyê Ermeniyan ve hat pîrozkirin. Ji sala 1886'an pê ve bi girseyîtir bû. Li Butania, Kilîkia û Rojavayê Ermenistanê, li gelek gundên Ermeniyan bi beşdariya gelek kesan çalakî girseyîtir bûn. 1’ê Gulanê ji aliyê kedkaran ve hat pîrozkirin.

Di sala 1923’yan de, li Stenbolê karkerên tutunê, yên fabrîqayên lekşerî û riya tirênê, yên firinê, yên tramvaya Stenbolê, telefon, tunel û gazhaneyê roja 1’ê Gulanê li kolanan pîroz kirin. Karker bi pankarta ku "Bila dest daynin ser şirketên biyanî", "Ji bo xebatê 8 saet", "Betlaneya hefteyê", "Sendîkaya Serbest” û “Mafê grevê” nivîsandîbû meşiyan. Di sala 1976’an de tevgera karkeran a Tirkiyeyê û tevgera ciwanan bi hev re dest bi têkoşînê kirin. Di sala 1923’yan de, ango 50 sal paşê 1’ê Gulanê Cejna Karkeran, li Stenbolê Qada Taksîmê bi mîtîngek mezin hat pîrozkirin. Ev pîrozbahiya ku ji aliyê Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) ve di Gulana 1976’an de hatibû lidarxistin, ji bo pîrozbahiyên 1’ê Gulanê li Tirkiyeyê bû destpêkek.

Rojeke bi xwîn

Karker, kedkar, jin û ciwanan xwestin Îhtîşama pîrozbahiya sala 1976’an di 1977’an de jî bidomînin lê nebû. Mîtînka ku DÎSK’ê li Qada Taksîmê li dar xist 500 hezar karker beşdar bûn. Dema ku Serokê DÎSK’ê Kemal Turkler axaftina xwe bi dawî dikir, ji derdorê dengê çekan hat. Dema ku hê jî gelek kes bi qadê ve diçûn ji ser avahiya Îdareya Avê û Otêla Intercontinental ku niha navê wê (Otêla Marmara ye) bi ser girseyê de gule hatin berandin. Panzerên polîsan jî bi ser girseyî ve çûn. Ji bo ku girseya dixwest ji serberjora kazanciyê bireve, bitirsînin, careke din gule berdan. Mirov di bin panzeran de man, pê li hev kirin û reviyan. 28 kes bi pelixîn û fetisandinê mirin, 5 kes bi guleyan, kesek jî di bin panzerê de ma, nêzî 130 kes jî birîndar bûn. Di wê roja ku wekî "1’ê Gulana bi xwîn” ket dîrokê de li serberjora kazanciyê 9 jin hatin qetilkirin. Navê jinan wiha bûn: Dîran Nergis, Hacer Îpek Sarman, Hatîce Altun, Jale Yeşîlnîl, Kiymet Duman, Leyla Altiparmak, Meral Ozkol, Nazan Unaldi û Sîbel Açikalin.

Berpirsên komkujiya 1’ê Gulana 1977’an nehatin darizandin; hesab nedan. Piştî wê roja bi xwîn, pêşî kolan, dûre jî roja 1’ê Gulanê hat qedexekirin.

 1’ê Gulana qedexekirî

Di sala 1979'an de li Stenbolê pîrozbahiyên 1’ê Gulanê bi temamî hatin qedexekirin. Wê rojê derketina kolanan hat qedexekirin. Di 1’ê Gulanê de Seroka Giştî ya TÎP’ê li Stenbolê bi komek re derketin kolanan nêzî hezar kes hançavkirin. Behîce Boran û 330 endamên Partiya Karkerên Tirkiyeyê Türkiyeyê hatin girtin. Di sala 1980’yan de DÎSK’ê li Mersînê bi beşdariya 50 hezar kesan mîtîngelek li dar xist. Wekîlê Serokê Giştî yê DÎSK’ê Rıza Guven di mîtîngê de hat girtin. Bi derbeya 12’ê Îlonê re 1’ê Gulanê bi temamî hat qedexekirin.

Karkerên ku dest ji pîrozbahiyên 1’ê Gulanê bernedan, qedexeyan nepejirandin. Di sala 1989’an de piştî ku pîrozbahiya 1’ê Gulanê hat qedexekirin, gelek kesan xwestin biçin Qada Taksîmê lê rastî astengiya polîsan hatin. Di encama gulebarana polîsan de ciwanê bi navê Mehmet Akîf Dalci yê  17  salî jiyana xwe ji dest da.

Di sala 1990’an de di Lijneya Giştî ya Turk-Îş’ê de biryara pîrozkirina 1’ê Gulanê hat girtin. Hak-Îş’ê cara yekem 1’ê Gulanê pîroz kir. Polîs ji bo pêşî li pîrozbahiyê bigrin, li Stenbolê tedbîrên zêde girtin. Di navbera komên ku li taxan dixwestin xwepêşandan li dar bixin û polîsan de pevçûn derketin. Di bûyerên li Pangaltiyê de xwendekara zanîngehê Gulay Beceren ji aliyê polîsan ve rastî lêdanê hat û felc bû.

Piştî 30 salan careke din Taksîm

Heta salvegera 30’yemîn a 1’ê Gulana bi xwîn Qada Taksîmê ji bo karkeran hat qedexekirin. Di sala 2007’an de bi hezaran karker û kedkar ber bi Taksîmê ve meşiyan. Hemû derên Taksîmê hat dorpêçkirin, bi sedan kes rastî şîdeta polîsan hatin lê tevî her tiştî jî girseyê barîkatan derbas kir û bi sedan kes di 1’ê Gulana 2007’an de de, ji bo kesên ku 30 sal berê hatibûn qetilkirin bi bîr bînin gihîştin Qada Taksîmê. 1’ê Gulana 2008 û 2009’an jî rastî heman qedexe û tedbîrên polîsan hat lê tevî her tiştî karke ketin Qada Taksîmê.

Betlaneya fermî

Roja 22’yê Nîsana 2009’an di Lijneya Giştî ya TBMM’ê de roja yekê Gulanê bi navê "Roja ked û piştgiriyê” bi pêşnûmayek hat qebûlkirin û bû roja betlaneyê. Ji 5 hezarî zêdetir mirovan, li Qada Taksîmê roja 1’ê Gulanê pîroz kirin lê dîsa bi sedan kes hatin binçavkirin. Di sala 2010’an de ango 32 şûnde Qada Taksîmê ji bo ‘çalakiyê’ hat vekirin. Bi coş û heyecanek mezin bi beşdariya 200 hezar kesan pîrozbahiyek bi heybet hat lidarxistin.

Careke din Taksîm hat qedexekirin

Di sala 2013’an de dewletê şîdeta xwe zêde kir û tenê piştî 27 rojan ji ber berxwedana Geziyê xwest hesab ji Taksîmê bipirse. Hikumeta AKP’ê di 1’ê Gulana 2013’an de Qada Taksîmê bi hinceta “Projeya înşaeta peyarêkirina Taksîmê” careke din qadê girt. Karkerên ku hincetê ji nedîtî ve hatin, xwestin bikevin Qada Taksîmê. Li gelek deran di navbera polîs û xwepêşanderan de pevçûn derketin. Di sala 2014’an de piştî ku hikumetê da xuyakirin ku dê destûrê nede pîrozbahiyên 1’ê Gulanê, hemû riyên ku ber bi Qada Taksîmê ve diçûn hatin girtin. Li Stenbola ku 39 hezar polîs lê peywirdar in, OHAL hat îlankirin. Wê rojê nêzî 300 kes hatin binçavkirin.

Sala 2015’an de, ji gelek aliyan ve di warê mafên demokratîk de bû mîlad. Qedexeyên fiîlî, bi hewldana derbeya 15’ê Temûzê bû “zagon.” Taksîm, ji bo karker, muxalif, Kurd, jin û ciwanan hat girtin. Tevî hemû biryarên qedexeyê, karker û kedkaran dest ji 1’ê Gulanê û Taksîmê bernedan û berxwedana xwe didomînin.