Tevgera Roja Azadiya Jinên Efganistanê: Divê Talîban were darizandin

Tevgera Roja Azadiya Jinên Efganistanê pergala “cudakariya zayendî” ya Talîbanê ku jinan ji kar, xwendin û jiyanê dûr dixe şermezar kir bang li cîhanê kir ku gavên berbiçav biavêje, Talîbanê bidarizîne û dawî li vê zilmê bîne.

Navenda Nûçeyan – Di demeke ku polîtîkayên sînordarkirinê  yên Talîbanê li dijî jinên Efgan berdewam dikin de, Tevgera Roja Azadiya Jinên Efganistanê daxuyaniyek parve kir û komê bi “cudakariya zayendî” û binpêkirinên mafên mirovan ên berbelav tawanbar kir. Her wiha xwest ji Talîbanê hesab bê xwestin ji ber ku nêzî pênc salan e jinan ji mafên wan ên bingehîn, ji perwerde, kar û beşdariya giştî, bêpar hiştiye. Tevgerê her wiha bang li civaka navneteweyî kir ku tenê bi şermezarkirinê nemîne, tedbîrên pratîkî û bi bandor bigre da ku cudakariya rêxistinkirî ya li dijî jinan bi dawî bibe.

Tevgera Roja Azadiya Jinên Efganistanê di daxuyaniya xwe de ragihand ku ji dema vegera tevgera Talîbanê ya ser desthilatdariyê ve, Talîban her diçe qedexeyan zêdetir dike. Her wiha jinan ji mafên wan ên herî bingehîn ên mirovan bêpar hiştiye û li Efganistanê pergalek li ser bingeha cudakariya zayendî ava kiriye. Li gorî tevgerê, ev polîtîka ne tenê mafên bingehîn ên jinan binpê dikin, di heman demê de gefeke cidî li ser pêşeroja civakî, aborî û çandî ya Efganistanê jî çêdikin.

Perwerde ji aliyê Talîbanê ve tê hedefgirtin

Daxuyaniya Tevgera Roja Azadiya Jinên Efganistanê bi tundî qedexeya berdewam a li ser perwerdeya keçan ji pola şeşan pê ve şermezar kir û diyar kir ku ev yek rê li ber ketina wan a zanîngehê û saziyên xwendina bilind digre, wan ji beşdarbûna azmûnê bêpar dihêle.

Di berdewamiya daxuyaniyê de ev yek hat gotin: “Azmûna Kankor ku dikare bibe sembola derfetên perwerdeyê yên wekhev, di şert û mercên heyî de bûye sembola cudakariya zayendî û bêparkirina sîstematîk a nîvê nifûsa Efganistanê.”

Bandorên neyînî dê li ser pêşeroja Efganistanê çêbike

Tevgera Roja Azadiya Jinên Efganistanê hişyarî da ku sînordarkirinên berdewam ên li ser jinan dê encamên ku ji binpêkirina mafên takekesî wêdetir bin bi xwe re bîne, sermayeya mirovan qels bike, xizaniyê zêde bike, koçberiya bi zorê dijwartir bike. Her wiha newekheviyê berfireh bike û Efganistanê li di asta herêmê û navneteweyî de zêdetir îzole bike.

Li gorî tevgerê, dûrxistina jinan ji pergala perwerdeyê, di bazara kar û qadên giştî de dê bibe sedema krîzên kûrtir di pêvajoya pêşketina welat de û bandorên wê dê ji bo nifşên pêşerojê jî hebin.

Banga li civaka navneteweyî ji bo çalakiya pratîkî

Tevgerê her wiha bang li Neteweyên Yekbûyî, hikûmetan, saziyên navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kir ku ji dayîna daxuyaniyên şermezarkirinê wêdetir biçin, tedbîrên pratîkî, bi bandor û hevrêz bigrin da ku “cudakariya zayendî” bi dawî bikin.

Pênc sal in jin bi awayê pergalî ji gelek tiştan hatine bêparkirin

Ji dema ku vegera Talîbanê hatiye ser desthilatdariyê ve ango ji Tebaxa 2021’ê ve, Talîbanê gelek qedexeyên berfireh li ser jinan û keçên Efgan ferz kiriye. Di vê demê de, keçên ciwan ji berdewamiya perwerdeya xwe piştî pola şeşan û ji ketina zanîngehan bêpar mane, qedexeyên zêde li ser kar, çalakiyên civakî, tevger û tevahî jiyana jinan hatine ferzkirin.