Çalakvanên jîngehê Sepîdeh Kaşanî û Homan Jokar serbest hatin berdan

Medyayên xwecihî yên Îranê ragihandin ku çalakvanên naskirî yên jîngehê Sepîdeh Kaşanî, hevjînê wê Homan Jokar û xwişka wê Sîma Kaşanî piştî girtina wan a demkî hatine berdan.

Navenda Nûçeyan – Medyayên xwecihî yên Îranê îro ragihandin ku çalakvanên jîngehê Sepîdeh Kaşanî û hevjînê wê Homan Jokar serbest hatine berdan. Li gorî nûçeyên ku sipartine daxuyaniya parêzerê malbatê Hocet Kermanî, Sîma Kaşanî xwişka Sepîdeh Kaşanî jî ku hatibû girtin, serbest hatiye berdan.

Medyaya xwecihî bêyî ku balê bikişîne ser hûrgulî û sedema serbestberdana van her sê kesan, tenê piştrast kir ku Sepîdeh Kaşanî, xwişka wê Sîma Kaşanî û Homan Jokar rêveberê berê yê Projeya Parastina Çîta Asyayî ya Navneteweyî hatine berdan. Tevî vê yekê jî, heta niha ji aliyê  dozgeran ve derbarê sedema girtina wan a demkî an jî pêvajoya berdana wan de tu daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn.

Li gorî raporên çavkaniyên mafên mirovan, hêzên ewlehiyê di, 1’ê Tîrmehê de, bi ser mala Sepîdeh Kaşanî û hevjînê wê de girtibû û ev herdû çalakvanên naskirî yên jîngehê binçav kiribûn. Di heman demê de, Sîma Kaşanî jî ji aliyê memûrên ewlehiyê ve hatibû girtin.

Sepîdeh Kaşanî û Homan Jokar berê jî di sala 2018’an de, tevî hejmarek din ji çalakvanên jîngehê, ji aliyê Supaya Pasdaran ve bi tohmeta “sîxuriyê” hatibûn girtin û cezayê girtîgehê li wan hatibû birîn. Doza vê koma çalakvanên jîngehê di salên borî de rastî bertekên berfireh ên saziyên mafên mirovan û rêxistinên navneteweyî hatibû.