‘Şoreşa 19’ê Tîrmehê di dîroka gelê Kurd de rûpelek zêrîn vekir’
Bi boneya 14’emîn salvegera Şoreşa Rojavayê Kurdistanê li bajarê Silêmaniyê yê başûrê Kurdistanê pîrozbahî hat lidarxistin. Beşdaran diyar kirin ku Şoreşa Rojavayê Kurdistanê di dîroka gelê Kurd de rûpelek zêrîn vekir.
Silêmanî – Îro 19’ê Tîrmehê ye salvegera 14’emîn a Şoreşa Rojavayê Kurdistanê ye. Çirûska yekem li bajarê Kobanê bi pêşengiya jin, ciwan û gelê ku baweriya wî bi azadî û serfiraziyê heye pêket. Wek îro li Kobanê ala destpotiyê hat rûxandin û ala azadiya gelan li asîmanê Rojavayê Kurdistanê biriqî.
Bi vê boneyê li Silêmaniyê, bi amadebûna partî û çalakvanên siyasî yên bajêr, çalakiyeke bîranînê hat organîzekirin. Tê de têkoşîn û destkeftiyên gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê û hêza jinan di serkeftinan de hatin nîqaşkirin.
‘19’ê Tîrmehê rûmeta gelê Kurd di Sûriyeya nû de ye parast’
Endama Meclîsa Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Bêrîvan Mihemmed a başûrê Kurdistanê, diyar kir ku nasnameya gelê Kurd 14 sal berê ji aliyê jinan û Kurdên Rojavayê Kurdistanê ve di 19’ê Tîrmehê de hat parastin. Bêrîvan Mihemmed got: “Wekî gelê Kurd nehatibûn naskirin lê piştî şoreşa 19’ê Tîrmehê ku Rojavayê Kurdistanê çirûska destpêkê pêket. Her wiha gelê Kurd hebûna xwe îsbat kirin û dikaribûn wekî Kurd bijîn. Ev gel dikaribû jiyana xwe li ser bingeha neteweyeke demokratîk dest pê bike. Dîsa yek ji destkeftiyên herî mezin jî naskirina zimanê Kurdî û axaftina bi zimanê dayîkê ye.”
‘19’ê Tîrmehê dîroka mezin a gelê Kurd e’
Sîwe Sêrwan, Seroka Ragihandinê ya Navenda Metro got: “Îro salvegera 14’emîna a Şoreşa Rojavayê Kurdistanê ye. Komek endamên Navenda Metroyê ji bo piştgiriya destkeftiyên şoreşê wan serdana Rêveberiya Xweser kir.”
Sêwe Sêrwan got: “19’ê Tîrmehê ji bo Kurdên Rojavayê Kurdistanê destkeftiyek girîng e. Em her dem piştgiriya xwe ji bo Rojavayê Kurdistanê dubare dikin.”