Li Parlamentoya Cezayîrê nûnertiya jinan daket
Tevî ku li Parlamentoya Cezayîrê ji bo jinan du kursiyên din jî hate dayîn, ev yek rastiya kêmbûna nûnertiya jinan naguherîne.
Cezayîr – Seroka Dadgeha Makezagon a Cezayîrê Leyla Eslawî, îro encamên dawî yên hilbijartinên Meclîsa Gel ragihand. Tevî ku jinan di qonaxa dawî de du kursiyên din jî bi destxistin jî, ev yek rastiya kêmbûna nûnertiya jinan naguherîne. Bi vî awayî, armanca nûnertiya wekhev careke din hate paşxistin.
Seroka Dadgeha Makezagon, di civîna çapemeniyê ya dawî de ragihand ku di Meclîsa Gel a nû de hejmara parlamenterên jin du kursiyên din zêde bû û ji 407 kursiyan tenê 25 kursî ya jinan e. Ev rêje, tenê ji sedî 6,14 temsîl dike.
Di hilbijartinên parlamentoyê de 2 hezar û 32 namzetên jin pêşbazî kirin. Ev hejmar bi qasî ji sedî 21’ê zêdetirê 9 hezar namzetên giştî temsîl dike. Di hilbijartinên ku 2’ê Tîrmehê hatin kirin de, 739 lîste pêşbazî kirin. Ev li gorî 2 hezar û 200 lîsteyên berê, tê wateya daketinek mezin.
Partiyên siyasî 613 lîste û namzetên serbixwe jî 125 lîste pêşkêş kirin. Li gorî encaman, jinan di parlementoya 407 kursiyan de tenê 25 kursî bi dest xistin û mêran jî bi 382 kursiyan re piraniya ji sedî 91 bi dest xistin. Ev yek wekî kêmbûna nûnertiya siyasî ya jinan tê dîtin.
Sîstema kotayê ku nûnertiya jinan garantî dikir, bi qanûna nû re hate betalkirin. Her wiha tê gotin ku veguherîna modela hilbijartinê ya bi lîsteyên vekirî, şansên namzetên jin kêm dike û dibe sedem ku namzetên mêr derketin pêş.