Şoreşa 19'ê Tîrmehê: Rola pêşeng a jinên Ermen û Suryan di avakirina civakê de

Li Rojavayê Kurdistanê şoreşê derfet da jinên hemû pêkhateyan da ku bi nasnameya xwe beşdar bibin û dengê civaka xwe ragihînin. Jinên ji pêkhateyên Suryan û Ermen piştrast kirin ku hebûna jinan di nava şoreşê de têkoşînê xurtir kiriye.

RONÎDA HACÎ

Hesekê – Şoreşa Rojava, tevgereke guherînê di civakê de bi têgihîştineke nû rol û cihê jinan ava kir. Berê jin gelek caran bi çarçoveya rolên kevneşopî ve hatibûn girêdan lê piştî tevlîbûna şoreşê di warê siyasî, aborî, çandî û leşkerî de kir bi pêş ketin. Guherînê ne tenê cihê jinan bilindtir kir her wiha têgihîştina civakê jî li ser wekhevî û azadiyê guherand. Bandora şoreşê li ser jinan pir berfireh bû. Jin bûn xwedî deng û biryar, di pêvajoya avakirina civakê de roleke aktîf lîstin. Van şertên nû alîkarî dan ku kesayeta jinan bi xwebawerî, azadî û berxwedanê ava bibe. Jinan fam kir ku ne tenê beşek ji civakê ne, hêz û bingeha guherînê ne.

Ji lewre Şoreşa 19’ê Tîrmehê bû bingehek ji bo avakirina civakek demokratîk, ekolojîk û azad ku jin di navenda wê de ne. Şoreşê nîşan da ku bêyî azadiya jinan, azadiya civakê ne pêkan e. Her wiha, Şoreşa 19’ê Tîrmehê di dîroka jinên hemû pêkhateyên Rojavayê Kurdistan de bû xaleke veguherînê. Bi destpêka vê şoreşê re, jinan derfet dît ku xwe bi rêxistin bikin, di hemû qadên jiyanê de cih bigrin û ji rewşa temaşevaniyê derkevin.

Seroka Yekîtiya Jinên Ermen Hena Hemade û endama Yekîtiya Jinên Suryan Newal Selûm diyar kirin ku hemû destkeftiyên jinan bi têkoşîn û fedakariyên salan hatine bidestxistin. Her wiha divê ev destkeftî bên parastin û di destûra Sûriyeya pêşerojê de bên misogerkirin.

Jinên Ermenî ji dîrokê ve berxwedanê domandin

Hena Hemade di destpêka axaftina xwe de got ku beşdarbûna jinên Ermen di Şoreşa 19’ê Tîrmehê de berdewamiya dîroka wê ya têkoşînê li dijî zordestî û bindestiyê ye. Hena Hemade anî ziman ku jinên Ermen ji dawiya sedsala 19’an ve di gelek tevgerên rizgariyê de rol girtine û navê şoreşger Sofî Vartinyan weke nimûneyeke berxwedanê di dîrokê de cih girtiye.

Hena di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Bi destpêkirina şoreşa Rojavayê Kurdistanê re, jinên Ermen bi jinên ji pêkhateyên din ên Sûriyeyê re tevlî têkoşînê bûn. Yekîtiya Jinên Ermen ava kirin da ku jinan bi rêxistin bikin, nasname û zimanê Ermen biparêzin û wê bigihîjînin nifşên nû.”

Jinên Suryan xwe bi rêxistin kirin gihîştin asta beşdarbûn û biryardariyê

Newal Selûm diyar kir ku jinên Rojava bi saya têkoşîna xwe ya domdar, bûne xwedî gelek destkeftiyan û wiha berdewam kir: “Rêxistinên jinan di xurtkirina jinan de hem ji aliyê fikrî hem jî ji aliyê pratîkî ve roleke girîng lîstin. Niha jin di hemû qadên jiyanê de cih digrin. Ji qada leşkerî heta qada civakî, di nava saziyan de her wiha di qada dîplomatîk de jî cihekî mezin girtin.”

Newal Selûm di berfirehiya nirxandinên xwe de bal kişand ser pergala hevserokatiyê ku yek ji hêmanên bingehîn ên Şoreşa Rojavayê Kurdistanê ye her wiha ji girîngtirîn destkeftiyên şoreşê ye ku rê li ber beşdarbûna jinan di rêvebirin û biryardayînê de vekiriye.

Newal Selûm diyar kir ku Yekîtiya Jinên Suryan bi riya çalakî, projeyên pêşvebirinê û bernameyên cihêreng alîkariya xurtkirina jinên Suryan kiriye û wan teşwîq kiriye ku di hemû qadên jiyanê de rol bigrin û wiha bilêv kir: “Jinên Suryan bi jinên ji pêkhateyên din mil bi mil têkoşiyan û hebûna xwe di hemû astan de îsbat kirin. Ev hemû jî bi pêşengiya jinan hatiye bidestxistin.”

Derxistina jinan ji pêvajoya destûrî tê wateya dûrxistina nîvê civakê

Newal Selûm da zanîn ku fedakariyên jinan ên mezin divê di destûr û zagonan de bên misogerkirin û mafên jinan û beşdarbûna wan di avakirina Sûriyeya pêşerojê de bê parastin û ev yek anî ziman: “Derxistina jinan ji pêvajoya siyasî yan destûrî tê wateya dûrxistina nîvê civakê. Avakirina Sûriyeya demokratîk û nûjen bêyî beşdarbûna jinan di biryardayînê de ne mimkûn e.”

Di dawiya axaftina xwe de, Newal Selûm destnîşan kir ku Şoreşa 19’ê Tîrmehê ne tenê bûyereke siyasî bû, lveguherîneke dîrokî bû ku jinên ji hemû pêkhateyan bûn hevparên bingehîn di avakirina civakê û parastina azadî, dadwerî û wekheviyê de.