Li Îranê cezayê qamçiyan li stranbêj Anîta Papîst hat birîn

Dadgeha Îranê bi tohmeta "heqareta li exlaqê giştî" cezayê 74 qamçiyan li stranbêj Anîta Papîst birî. Digel cezayê bedenî, pasaporta hunermend hate desteserkirin û xeta wê ya telefonê hat astengkirin.

Navenda Nûçeyan – Li Îranê di dewama zêdebûna zextên dadwerî û ewlehiyê yên li ser stranbêj û hunermendên jin de, stranbêj Anîta Papîst ku li Tehranê dijî, ji aliyê Dadgeha Ceza ya Komara Îslamî ya Îranê ve mehkûmî cezayê 74 qamçî û cezayên din hate kirin. Pasaporta wê hat desteserkirin û xeta telefona wê hate astengkirin. Ev rewş sînordarkirinên berfireh ên li ser çalakiyên hunerî yên jinan carek din radixe ber çavan.

Anîta Papîst li ser malpera xwe ya Instagramê ragihand ku ji aliyê Şaxa 1088’emîn a Dadgehên Cezayê yên Kompleksa Dadwerî ya Erşad li Tehranê ve bi sûcê ‘heqareta li dijî exlaqê giştî’ cezayê 74 qamçiyan lê hatiye birîn.

Stranbêj rastî zextan tên

Anîta Papîst her wiha eşkere kir ku ji bilî cezayê qamçiyan, pasaporta wê ji aliyê rayedaran ve hatiye desteserkirin û xeta telefona wê hatiye astengkirin. Ev tedbîr, ji derveyî cezayê edlî, sînordarkirinên zêdetir ên li dijî çalakiyên pîşeyî û ragihandina hunermend ferz dikin û ji bo domandina çalakiyên xwe yên azad zor dike.

Anîta Papîst muzîka xwe li ser malpera xwe ya şexsî ya Instagramê di weşand. Li Îranê, gelek stranbêjên jin ji ber qedexeyên fermî yên li ser pêşkêşkirin an weşandina berhemên xwe, da ku bi temaşevanên xwe re têkilî daynin medyaya dijîtal wekî tekane platforma xwe bikar tînin; lê, di salên dawî de, ev çalakî bi berdewamî bi bangkirin, girtin, doz û cezayên giran re rû bi rû mane.

Rexnegir dibêjin ev ceza çalakiyên hunerî sînordar dike

Cezayê qamçiyê ku li stranbêj Anîta Papîst hatî birîn, di demek ku rêxistinên mafên mirovan bi berdewamî fikarên xwe li ser sînordarkirin û tevî qamçî, bikaranîna cezayê bedenî, li dijî hunermendên jin li Îranê anîne ziman de hat. Rexnegir bawer dikin ku berdewamiya cezayên wiha ne tenê azadiya derbirînê û çalakiya hunerî bêtir sînordar dike, di heman demê de tundbûna polîtîkayên tepeserkirinê li dijî jinên ku hewl didin berhemên xwe li derveyî çarçoveyên pejirandî yên hikûmetê çap bikin nîşan dide.