Teqawûdên Ewlekariya Civakî li Îranê derketin kolanan: Jiyan û rûmet mafê me ye

Di nav krîza aborî, enflasyona bilind û kêmbûna hêza kirînê de, teqawûdên Ewlekariya Civakî li Şûş, Ahvaz û Tehranê xwepêşandanên protestoyî lidarxistin. Daxwaza zêdekirina mûçeyan, cihanîna mafên yasayî û çareserkirina şertên jiyanê kirin.

Navenda Nûçeyan – Li Îranê dibin dijwarbûna krîza aborî, zêdebûna enflasyonê û kêmbûna bêhempa ya hêza kirînê de, îro teqawûdên Ewlekariya Civakî (Tazmîna civakî) li bajarên Şûş, Ahvaz û Tehranê dest bi xwenîşandanên protestoyî kirin. Çalakvanên ku hinek ji wan di nava germahiya pileya 50’î de li Xûzistanê derketibûn kolanan, bi qîrîna dirûşman li dijî rewşa jiyanê, gendeliya pergalî û xemsariya berpirsan, daxwaza zêdekirina mûçeyan, cihanîna daxwazên yasayî û dawîanîna li wan polîtîkayan kirin ku bi gotina wan, jiyana teqawûdan gihandiye sînorê xizaniyê.

Rapor didin zanîn ku teqawûdên Ewlekariya Civakî li Şûş, Ahvaz û Tehranê bi lidarxistina kombûnên protestoyî, bertek nîşanî berdewamiya zêdebûna lêçûnên jiyanê, enflasyona bêsînor û têrnekirina mûçeyan dan.

Li Şûşê, komek ji teqawûdbûyan tevî germahiya dijwar a Xûzistanê û pileya germahiya 50’î Selsiyûsê derbas dibû, li cihê kombûnê amade bûn. Wan bi hildana pankartan û qîrîna dirûşman daxwaz kirin ku bi lezgînî li rewşa wan a jiyanê were rawestandin. Çalakvanan tekez kir ku zêdebûna berdewam a bihayê kelûpelên bingehîn, derman, xizmetguzariyên tenduristiyê û lêçûnên xanî, jiyana teqawûdan bi pirsgirêkên giran re rûbirû hiştiye.

Protestokirina gendelî û daxwaza mafan

Heman demê de Ahvazê, komek ji teqawûdbûyên Ewlekariya Civakî li pêşiya avahiya Rêveberiya Giştî ya Ewlekariya Civakî ya Parêzgeha Xûzistanê li hev civiyan. Xwepêşandaran rexne li tiştê ku jê re digotin “gendeliya hikûmetê” û “xemsariya berpirsan li hemberî daxwazên teqawûdbûyan" girtin û ragihandin ku mûçeyên wan qet bi rêjeya rastîn a enflasyonê û lêçûnên jiyanê re neguncav in.

Wan her wiha daxwaza cihanîna tam a yasayên wekhevkirina mûçeyan, baştirkirina xizmetên tenduristiyê û dayîna heqdestên paşvemayî kirin û tekez kirin ku berdewamiya vê rewşê bi milyonan teqawûdbûyî zêdetir rûbirûyî xizanî û bêparbûnê kiriye.

Tehran: Jiyan û rûmet mafê me yê rewa ye

Li Tehranê jî komek ji teqawûdbûyan bi lidarxistina xwepêşandaneke protestoyî, bertek nîşanî kêmbûna hêza kirînê û xirabbûna şert û mercên aborî dan. Çalakvanan bi dirûşma "Jiyan, Rûmet, Mafê Me yê Rewa ye", ji berpirsan xwestin ku li şûna sozên dubare, ji bo çareserkirina krîza jiyanê ya wan gavên pratîkî bavêjin.

Wan ragihandin ku navbera mûçeyên wan û lêçûnên rastîn ên jiyanê roj bi roj firehtir dibe û gelek ji wan êdî nikarin pêdiviyên seretayî yên malbata xwe, di nav de xwarin, derman û kirêya xanî dabîn bikin.

Berdewamiya protestoyan di bin siya krîza aborî de

Kombûnên protestoyî di demekê de tê ku di rojên borî de jî çalakiyên bi vî rengî li bajarên cuda yên Îranê hatibûn lidarxistin berdewam dikin. Zêdebûna berdewam a rêjeya enflasyonê, bilindbûna bihayê kelûpelên bingehîn, kêmbûna nirxê pereyê neteweyî û têrnekirina mûçeyan, kesên teqawûdbûyî kirine yek ji çînên herî nerazî yên civakê.

Wan gelek caran ragihandiye ku daxwazên wan ji zêdekirina mûçeyan wêdetir in; ew cihanîna yasayên pejirandî, parastina rûmeta mirovî, dabînkirina tedawiya guncav û misogerkirina kêmtirîn şertên jiyaneke bi rûmet wekî mafên xwe yên bingehîn dibînin. Digel vê yekê, berdewamiya protestoyan nîşan dide ku daxwazên wan hîn jî bêbersiv mane û valahiya navbera lêçûnên rastîn ên jiyanê û dahata wan roj bi roj kûrtir dibe.