Hejmara nû ya Kovara Jinê derket

Hejmara nû ya Kovara Jinê bi berga “Şoreşa Rojava: Azadiya Jinan û Aştiya Civakî” derket pêşberî xwendevanên xwe.

Navenda Nûçeyan – Hejmara 177’an a Kovara Jinê ku her hefte roja Yekşemê tê weşandin, vê hefteyê bi berga “Şoreşa Rojava: Azadiya Jinan û Aştiya Civakî” derket pêşberî xwendevanên xwe. Kovarê di hejmara xwe ya nû de, Şoreşa Rojava û wateya wê ya di warê azadiya jinan û demokrasiya civakê; komkujiya Pirsûsê, zimanê aştiyê û têkoşîna li dijî hişmendiya ku tundiyê diafirîne dinirxîne.

Hemû sernavên di hejmara nû de wiha ne:

“* Salvegera 14’emîn a Şoreşa Rojava / Rojbîn Denîz

* Rojava bêtir hêvî ye… / Rojbîn Ekîn

* Pirsûs: Lêkerên dema wan guherîne / Hatîce Oncu

* Bêçekbûna ziman / Dîdem Yilmaz

* Ji narsîzmê ber bi faşîzmê: Desthilata nefreta cewherî / Rojda Erez”