Ji Platforma Jinên Kurd banga yekîtiyê

Platforma Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd êrişên li ser Herêma Kurdistanê şermezar kirin û diyar kir ku bersiva herî xurt a li dijî dagirkeriyê, avakirina yekdengiya neteweyî ye.

Navenda Nûçeyan – Îran bê navber êrişên xwe yên li ser Başûrê Kurdistanê di domîne. Di encamê van êrişan de peşmerge, welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dane. Her wiha ziyanek mezin gihîştiye milkê xelkê. Ji bo van êrişan Platforma Yekitiya Netewî ya Jinên Kurd daxuyaniyek da. Platformê di daxuyaniya xwe de êriş şermezar kir û bang li aliyên Kurdî kir ku yekitiya xwe xurt bikin.

'Siyaseta tepisandinê berdewam dike'

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku êrişên bi vî rengî nîşaneya berdewamiya siyasetên tepisandinê yên li dijî vîna gelê Kurd in. Platformê destnîşan kir ku hedefgirtina pêşmergeyan û welatparêzan, hewlên ji bo şikandina daxwaza azadiyê ne, lê belê ev zext nikarin pêşiya xebatên rizgariyê bigirin.

‘Jinên Kurd di rêza pêşî ya berxwedanê de ne’

Di berdewamiya daxuyaniyê de hat diyarkirin ku dîroka xebata azadîxwaziya gelê Kurd îspat kiriye ku xwediyên vê axê ji bo bidestxistina mafên xwe yên rewa, dadperwerî û wekheviyê, her tim amadeyî qurbanîdanê bûne. Platformê bal kişand ser rola jinan û weha got:

"Jinên Kurd, wekî hêzeke pêşeng di vê xebata neteweyî û demokratîk de, her tim di rêza pêşî ya qurbanîdan û berxwedanê de bûne. Ew êşa her dilopeke xwîna pêşmergeyekî wekî êşa xwe û wekî parçeyek ji karwana xwe ya bêrawestan a ber bi azadiyê ve dibînin."

Banga ji bo yekîtî û yekrêziyê

Platformê diyar kir ku berdêlên giran ên ku gelê Kurd dide, divê bibe bingeha xurtkirina yekîtî û yekrêziya navbera tevahiya hêz, aliyên siyasî û rêxistinên sivîl. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku bersiva rastîn a ji bo xwîna şehîdan, tenê û tenê bi rêya afirandina yekdengiya neteweyî û berdewamkirina li ser rêbaza wan a pîroz pêkan e.

‘Çek û tundî nikare agirê şoreşê vemirîne’

Platforma Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd di peyama xwe ya ji bo hêzên dagirker de diyar kir ku çek, tundî û şehîdkirina zarokan nikare agirê şoreşê û daxwaza azadiyê di dilê her ferdekî Kurd de vemirîne, berevajî vê yekê moralê têkoşeran bilindtir dike û baweriya bi serkeftinê kûrtir dike.

Di dawiya daxuyaniyê de, platformê ji kûrahiya dilê xwe sersaxî da malbatên şehîdan, hevalên wan ên çeperê û tevahiya gelê Rojhilatê Kurdistanê û ragihand ku li ser dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî" xebata wan heta serkeftinê dê berdewam bike.