Bêrîvan Mihemmed: Rêveberiya Başûrê Kurdistanê rê li ber dagirkeriya Tirkiyeyê vedike

Aktîvîsta siyasî û rojnamevan Bêrîvan Mihemmed destnîşan kir ku tevî pêvajoya aştiyê jî êrîşên dewleta Tirk li ser ax, xweza û gundên Kurdistanê berdewam dikin û got: "Hikûmeta Başûr bi bêdengiya xwe bûye parçeyek ji van polîtîkayên dagirkeriyê."

HÊLÎN EHMED

Silêmanî – Mijara dagirkirina gelê Kurd û axên wan, ji bo Kurdan pirsgirêkek dîrokî ye. Bi taybetî jî dagirkeriyên Tirkiyeyê, wekî yek ji gefên herî mezin a li dijî gelê Kurd tên dîtin. Tê diyar kirin ku dagirkeriyên dewleta Tirk tenê bi herêmekî Kurdistanê re ne sînordar e, li her çar beşên Kurdistanê polîtîkayên êrîş û dagirkirinê dimeşîne.

Tê gotin ku ev êrîş rûyê rastîn ê polîtîkayên dagirkeriyê yên Tirkiyeyê eşkere dike. Tê îdîakirin ku Tirkiye li dijî ax, gel û xwezaya Kurdistanê tevdigere, herêmên li derveyî sînorên xwe dagir dike, bi şewitandina daristanan û birîna daran jîngehê wêran dike, ji ber nasnameya wan a Kurd mirovan qetil dike û ji bo tûnekirina gelê Kurd her cûrê rêbazan bikartîne.

Her çend li Rojhilata Navîn pevajoya aştiyê di rojevê de be jî, tê gotin ku dewleta Tirk êrîş û operasyonên xwe yên li dijî herêmên cuda yên Kurdistanê nerawestandiye. Tê diyar kirin ku ji bilî operasyonên li dijî Başûrê Kurdistanê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî li dijî van êrîşên li ser herêmê bêdeng dimîne.

‘Rêveberên li Başûrê Kurdistanê rê li ber Tirkiyeyê vedikin’

Rojnamevan û aktîvîsta siyasî Bêrîvan Mihemmed a li Holandayê dijî, da zanîn êrîş û dagirkeriyên li dijî Herêma Kurdistanê berdewam dikin û got: “Tevî hebûna pêvajoya aştiyê jî, êrîşên li ser erd, xweza û mirovan berdewam dikin û aliyên peywendîdar ên li Başûrê Kurdistanê rê li ber polîtîkayên Tirkiyeyê û zêdebûna dagirkeriyan vedikin. Hikûmeta Herêma Kurdistanê bûye parçeyek ji polîtîkayên dagirkeriyê yên Tirkiyeyê û Tirkiye hêza xwe ji bêdengiya partiyên li Başûrê Kurdistanê digre."

Bêrîvan Mihemmed, diyar kir li tu welatan nayê qebûlkirin ku dagirkerek erd û gundan dagir bike û piştre ji bo vegera gundiyan şert û mercan ferz bike. Demên berê de Tirkiyeyê bi hinceta hebûna Gerîlayên Azadiyê li çiyayan operasyon pêkdanî, lêbelê tevî ku gerîla nêzî du sal in di pêvajoya aştiyê de ne jî, êrîşên Tirkiyeyê ya li dijî gundan berdewam dike.

‘Divê sedema pêkhatina êrîşan bê lêpirsin kirin’

Bêrîvan Muhammed, diyar kir ku divê gelê Kurd di vê mijarê de bang li rêveberên Başûrê Kurdistanê bike ku hesab bidin û wiha axivî: “Berê gerîlayan li çiyayan ji bo parastina ax û gelê xwe têdikoşiyan, lê di vê pêvajoya ku behsa aştiyê kirin de, divê sedema pêkhatina êrîşên bivî awayî bê lêpirsin kirin.”

Bêrîvan Mihemmed, destnîşan kir ku êrîşên li herêma Zaxoyê berdewam dikin û got ku divê gelê Kurd van dagirkeriyan qebûl neke û li dijî wan bertek nîşan bide.

‘Dewleta Tirk zext li gundiyan dike’

Bêrîvan Mihemmed, diyar kir ku gelek gundên Başûrê Kurdistanê ji aliyê Tirkiye û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ve hatine valakirin an jî rastî komkujiyan hatiye û ji ber vê sedemê mirov karin li ser axa xwe bijîn. Bêrîvan Muhammed, axaftina xwe wiha domand: “Tevî dagirkeriyan jî, dewleta Tirkiyeyê ji bo vegera gundiyên herêmê gelek şert û astengî ferz dike. Ev şert ji bo tu mirovan nayên qebûlkirin. Gelê Kurd li ser axa xwe, ji aliyê dewleta Tirk ve muameleya mîna koleyan dibîne.”

‘Gundî nikarin şev li malên xwe bimînin’

Bêrîvan Mihemmed, da zanîn gundi rastî şert û mercên qedexeya çekgirtina Kurdan, neparastina xwe, di malên xwe de ne dabînkirina xurekên têrkêr tên û destûr nayê dayîn ku şev li malên xwe bimînin, tenê di nav rojê de biçin gundên xwe û piştre ji gund derdikevin.

Bêrîvan Mihemmed, diyar kir ji aliyê dewleta Tirk ve gelek şertên din li ser gundiyên Herêma Kurdistanê tê ferz kirin û dezgehên medyayê jî di belavkirina dagirkeriyên li herêmê de rolek bi bandor naleyze û got: “Êrîş û operasyon her roj berdewam dikin, bêdengiya medyayê ji hêzên siyasî çavkanî digre û dezgehên medyayê di bin siya hikûmetê de xebat dimeşînin.”

‘Dagirkerî û tecrîda li ser Abdullah Ocalan nîşan dide ku Tirkiye pêvajoya aştiyê qebûl nake’

Di dawiyê de, Bêrîvan diyar kir ku Tirkiyeyê bi rastî pêvajoya aştiyê di bin zextê de aniye ziman, di heman demê de Kurdan bi berdewamî ji bo aştiyê hewl dane.

Lêbelê, nêzîkatî û qebûlkirina pêvajoya aştiyê ya Tirkiyeyê pir qels maye. Dagirkirinên dawî jî nîşan didin ku Tirkiye pêvajoya aştiyê qebûl nake. Her wiha tecrîda li ser Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan jî berdewam dike. Dema ku tevahî cîhanê li bendêyê ku li ser pêvajoya aştiyê biaxive, tecrîd hêj zêde girantir dibe û dagirkerî berdewam dikin. Ev hemû nîşan dide ku dewleta Tirkiyeyê ne girêdayî pêvajoya aştiyê ye."