Tevgera Azadî: Li pişt vê biryarê destê xiyanetê heye

Tevgera Azadî ku Desteya Bilind a Dadwerî ya Iraqê biryara girtina wê da, daxuyaniyek da û got: “Em bang li her kesî dikin ku vê pêvajoyê ji nêz ve bişopînin û xwedî helwest bin. Ev biryarek siyasî ye û dewletên derve û destê xiyanetê li pişt wê hene.

Navenda Nûçeyan-Hevseroka Giştî ya Tevgera Azadî Tara Husên li dijî biryara Encûmena Dadweriya Iraqê da zanîn ku ew van îdiayan red dikin, îtiraz dikin û ev biryarek tenê siyasî ye ku li ser agahiyên derew ku destê derve û xiyanetê li pişte, hatiye dayîn.

Desteya Dadwerî ya Hilbijartinên ser bi Encûmena Bilind ya Dadweriya Iraqê, girtina 3 partiyên siyasî yên li Iraq û Herêma Kurdistanê ragihand. Li gorî daxuyaniyê, Dadweriya Iraqê biryar daye Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî), Partiya Azadî û Demokrasî ya Êzidiyan (PADÊ) û Partiya Eniya Têkoşîna Demokrasiyê were girtin. Li gorî biryara dadweriyê, wê baregehên her 3 partiyan werin girtin, dest danin ser mal û milkên darayî yên partiyan.

Desteya Rêveber ya Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê li dijî vê biryarê îro danê êvarê civîneke çapemeniyê lidar xist.

Di civîna çapemeniyê de Hevseroka Giştî ya Tevgera Azadî Tara Husên axivî û wiha got; “Derengiya şeva borî me di torên medyaya civakî de dît ku Encûmena Dadwerî ya Iraqê biryara qedexekirina 3 partiyên siyasî da ku Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê jî di nav de ye. Lê ji 17’ê Cotmeha 2014’ê ve Tevgera Azadî hatiye damezrandin û têkoşîna sivîl dimeşîne. Her wiha destûra fermî ji Saziya  Karûbarên Siyasî û Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Iraqê wergirtiye. Bi bihîstina vê biryarê em matmayî man.”

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin ku “Beriya derketina vê biryarê me tu agahdarkirin û hişyariyek negirt. Weke Desteya Rêveber ya Tevgera Azadî li dijî me dozeke siyasî hatiye vekirin û mafê me yê parastinê hatiye dayîn. Ev biryar di derbarê dadgehên Iraqê de pirsan derdixe holê ku biryareke bi vî rengî li hember hêzeke siyasî ya fermî ku tu kiryareke neyasayî nekiriye, endamên wê di tu binpêkirinên yasayî nekirine û biçûktirîn dûrketinek jî yasayên xebatên siyasî çênebû.”

Tara Huzên da zanîn ku ew van îdiayan red dikin û di wê baweriyê de ne ku ev biryar neqanûnî ye û binpêkirineke cidî ya siyasî û yasayî ye û got; “Li ser vê yekê delîlên me hene û li dijî me jî tu delîl tune.”

Di dewamê de Tara Husên bal kişand ser dahata aborî ya partiya xwe û wiha got; “Tevgera Azadî ji bilî piştgiriya gel û abonetiya endamên xwe tu pere û çavkaniyên aborî ji tu hêz, kom û partiyan wernegirtiye. Me salê mehek ji bo alîkariyê ji gel veqetandiye. Tevgera Azadî yekane partî ye ku çavkaniya dahat û aboriya wê zelal û şefafe. Ev biryar li dijî prensîbên partiya me ye. Kesên ku di kişandina dagirkeran bo Kurdistanê de cih digirin, divê bên darizandin. Em bang li Serokomar û Serokwezîrê Iraqê dikin ku îsbat bikin ku Tevgera Azadî li ku derê tiştekî neqanûnî kiriye. Bi rastî em li dijî her pêkhate û hêzeke biyanî ne ku li dijî pêkhateyên Iraqê be.”

'Ev biryareke siyasî ye'

Tara Husên got; “Em hêzeke sivîl, demokrat, xwedî destûrîn û em amade ne bi rêya parêzerên xwe li hemberî her tawanbariyan li dijî me tên kirin, têbikoşin.”

Di dawiya daxuyaniyê de Hevseroka Giştî ya Tevgera Azadî Tara Husên wiha got; “Di dawiyê de jî daxwaz ji hemû hêzên siyasî yên Iraq û Herêma Kurdistanê kir ku, ev pêvajo metirsîdare û azadiya karê siyasî bisînor dike. Lewra em bang li her kesî dikin ku helwestekê nîşan bidin û ji nêzîk ve şopdarê vê dozê bin. Ji ber ku ew biryarek tenê siyasî ye ku li ser agahiyên nerast û destên derve û xiyanetê li pişt vê biryarê ne.”