Li gundan çêkirina tenûran yek ji çavkaniyên debarê ye

Çêkirina tenûrên ji axê, li gundên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çavkaniya debarê ye. Tenûrên ji axê bi ked û destên jinan tên çêkirin. Werda Îsa bi salan e bi çêkirina tenûran debara xwe û malbata xwe dike.

RONÎDA HACÎ

Hesekê-Rengê jiyana civakê li her deverê cuda ye. Mirov li her deverê li gorî çanda xwe jiyana xwe berdewam dikin. Şert û mercên jiyanê bandorê li ser mirovan çêdikin lê dîsa jî mirov di hemû şert û mercan de li gorî çanda xwe dijîn. Hemû gelên xwedî çand û kevneşopî xwe dispêrin dîroka xwe ya kevnar. Di nava jinên ku li gundan dijîn de çanda çêkirina tenûran xwedî dîrokeke kevnar e. Werda Îsa yek ji jinên pêkhateya Ereb e, dayika 7 zarokan e li gundê Til Necma yê girêdayî navçeya Til Temir dijî. Werda Îsa ji ajansa me re behsa çêkirina tenûrên ji axê kir.

‘Çêkirina tenûran çandek kevnar e jin wê zindî dikin’

Werda Îsa wiha behsa çêkirina tenûran dike: “Tenûr ji axa sor, xwê, av, por û kayê tên çêkirin. Bi destên xwe wê heriyê em tevdidin û hinek kayê lê zêde dikin da ku hev bigre. Du rojan dimîne piştre ez teşta xwe datînim erdekî rast û li gorî wê temelê tenûre ava dikim. Tenûr ji 9 rêzan pêk tê her xeleka ku tê dayîn ji tenûrê bi destê xwe diseyînim û bi rengekî girover didim çêkirin. Çêkirina tenûrê ne hêsan e ked û hêzeke baş pêwîst e. Ez di heyvê de nêzî 7 tenûran çêdikim û her yek ji 25 heya 30 hezar difroşim û kesên ku derfeta wan tunebe, ez dibim alîkar ji wan re. Ez her tenûrê di 3 rojan de diqedînim. Min ji bo xwe tenûrê çêkir û nanê xwe lêxist min dît bûye bi vî rengî ez fêr bûm û min dest bi karê çêkirina tenûran kir.”

‘Jin di avakirin û rêvebirina malbatê de xwedî rola sereke ne’

Werda Îsa teqez kir ku çêkirina tenûran çandeke dîrokî ye û jin heya roja îro vê zindî dihêlin û debara xwe bê dikin û wiha axaftina xwe domand: “Karê çêkirina tenûran jinan keşif kiriye. Hemû tiştên ku ji axê tên çêkirin jinan afirand ji ber ku girêdanek wan bi axê re heye. Tenûr herî zêde li gundan bi destên jinan tên çêkirin û firotin. Kareke xweş e û bi hezkirin dikim û jê sûdê jê digrim. Jin di avakirin û birêvebirina malbat û civakê de xwedî roleke esasî ne, ji bo debara malbata xwe pêşengiyê dikin.”

Werde Îsa di dawiya axaftina xwe de got ku divê projeyên pêşxistina kar û xebatên jinên li gundan werin avakirin.