Hejmara kesên li Xezayê jiyana xwe ji dest dane bû 40 hezar û 534

Hejmara kesên ku di êrişên Îsraîlê yên li ser Zîvala Xezayê ku ev 327 roj in didomin de jiyana xwe ji dest dane gihîşt 40 hezar û 534’an.

Navenda Nûçeyan- Êrişên Îsraîlê li dijî Zîvala Xezayê 327 roj in berdewam dike. Wezareta Tendirustiyê ya Filistînê der barê rewşa dawî ya li herêmê de daxuyaniyek nivîskî da.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku artêşa Îsraîlê di nava 24 saetên dawî de li herêmên cuda yên Zîvala Xezayê 4 komkujî pêk anîne, di van êrişan de 58 filistîniyên din jî jiyana xwe ji dest dan, 131 filistînî jî birîndar bûne.

Hejmara kesên ku di êrişên Îsraîlê yên li ser Zîvala Xezayê ji 7’ê Cotmehê ve heta niha berdewam dikin de jiyana xwe ji dest dane, bû 40 hezar û 534, hejmara birîndaran jî bû 93 hezar û 778.