Cezayê disiplînê li 31 girtiyên li Girtîgeha Jinan a Şakranê hat birîn

Hat zanîn ku li 31 girtiyên li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Şakranê dimînin mehek cezayê qedexekirina hevdîtinê hatiye birîn.

Navenda Nûçeyan- Bi hinceta ku ‘stranên Kurdî  gotine, tilîlî kişandine û dirûşm avêtine’ ceza dan 31 girtiyên li Girtîgeha girtî ya Jinan a Şakranê ya li navçeya Alîagaya Îzmîrê.

Hat zanîn ku ji 31 girtiyan der barê 26 girtiyan de mehek cezayê ragihandinê û li 5 girtiyan jî mehek cezayê hevdîtinê hatiye birîn. Hat diyarkirin ku girtiyan îtiraz kirine. Danişîna têkildarî îtirazê wê di 18'ê Îlonê de li Dadgeriya Înfazê ya 1'emîn a Karşiyakayê bê dîtin. 

Berdana 5 girtiyan bi hinceta ‘lêpirsîna disîplînê’ hat taloqkirin

Di heman demê de li gorî agahiyan girtiyên bi navê Lemiya Asu, Aynur Eplî, Rozerîn Kalkan, Nuran Durak û Guler Bîlen ku diviyabû di nava mehekê de werin tehliyekirin, bi hinceta lêpirsîna disiplînê, berdana wan tê taloqkirin.

Navê girtiyên ku cezayê disiplînê girtine wiha ne: Zuhal Surucu, Mahsume Şedal, Fîgen Şahîn, Melek Atan, Lemiya Asu, Azîme Işik, Esma Başkale, Hasret Suzgun Kolkiran, Kubra Fîlîz, Ebru Guden, Mehtap Kiyar, Guler Bîlen, Aynur Epli, Hediye Ozturk, Aygul Kapçak, Bahar Alkan Yildiz, Rozerîn Kalkan, Hayriye Yagbasan, Şukran Ozer, Seher Oruç, Fatma Reşat Sîdo, Medîne Orhan, Nuran Durak, Esmer Ayas, Gulten Akgun, Sayme Bayar, Makbule Sunger, Dîlan Karakoç, Sînem Çelebî, Ebru Yîgît û Berna Çelîk.