EŞÎK’ê berpirsyariyên rayedaran bi bîr xist

EŞÎK’ê ba daxuyaniyekê li ser ser zêdebûna tundiya li dijî jinan û komkujiyan û der barê vê mijarê de bal kişand ser berpirsyariya hikumetê. Jinan xwest ku rayedar li hemberî van tiştên tên jiyîn bi bepirsyar tevbigerin.

Navenda Nûçeyan- Platforma Jinan a ji bo Wekheviyê (EŞÎK) bal kişand ku tundiya li dijî jinan û komkujiyên li ser wan her roja diçe zêde dibin û xwest ku di vê mijarê de tedbîrên demildest werin girtin û bi bepirsyarî tevbigerin. 

Di daxuyaniya ji aliyê EŞÎK’ê ve hat dayîn de hat diyarkirin ku Wezareta Xizmetên Civakî û Malbatê nûçeyên tundî û komkujiyan dema ku di civakê dema ku ‘ger pir ketibin rojeveê’ daxuyanî dide û bal kişand ku bertek kilîşe ne û wiha hat gotin: “Tundiya li dijî jinan û zincîra herî dawî ya tundiyê der barê cînayetên jinan de, ewlehî, daneyên zanistî di civaka sivîl de, rola pêşîlêgirtina tundiyê bi hemû saziyan re parve kirin, yek ji erkên herî sereke yê wezaretê ye. Wezîr di daxuyaniya xwe de behsa lêkolînên di navbera salên 2008-2014’an de kir, bi xwe li xwe mikur hat ku 10 sal in erka xwe nekiriye. Weke ku çawa 10 sal in lêkolîn nekiribe, rapora analîzên der barê serlêdanên li Navenda Şopandin û Pêşîlêgirtina Tundiyê jî naweşîne. Hê hejmar 149 e. Di stargehên xwedî 3624 ranzeyan de, bi gotina wezaretê malên mêvan, çend jin û zarok tê de hene û çi piştevaniyê didin, ji van jinan çend ji wan jiyana bê tundî ava dike, ji bo vê çiqas butçe veqetandiye  û agahiyên wiha parve nake.”

‘Pêkanîna daneyên bi ewle erkek civakî ye’

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku gelek pirsên bê bersiv hene, hat bibîrxistin ku di têkoşîna li dijî tundiyê de pêkanîna daneyên bi ewle erkeke civakî ye. Di daxuyaniyê de madeyên peymana Stenbolê jî hatin bibîrxistin û wiha hat gotin:

“Wezareta Malbatê û saziyên din ên eleqedar, ji peyamana Stenbolê bi binpêkirina makezagonê vekişiyabin jî; peyman di zagona hejmara 6251’ê de bi qasî ku di meriyetê de be, di meriyetê de ye û divê were pêkanîn. Di mijara pêkanîna daneyan de erkên din ên navneteweyî ku desthilatdar neçar e pêk bîne hene.”

‘Bedela bêberpirsyariyê pir mezin e’

Di daxuyaniyê de her wiha hat bibîrxistin ku di Peymana ji bo Rakirina Her Cure Cudakariya li Hemberî Jinan a Neteweyên Yekbûyî (CEDAW) ku Tirkiye jî alîgirê wê ye, hinek hukum hene û wiha hat gotin:

“Peywira esasî ya daneyên zanistî û bi ewle ew e ku rê nîşanî polîtîkayên civakî yên tamamî ji bo pêşîgirtina şîdetê nîşan bide. Divê baweriya bi saziyên ku di sala 2024’an de ji bo lêkolîna şîdetê ji aliyê wezaretê ve hatine vekirin were pirsîn, li gorî kîjan rayeyê, çawa biryar girtine, pêvajoya lêkolînê çawa plan kirine werin ravekirin û zelalkirin.

Li cihê ku ji bo hemû berpirsyaran; gotinên ‘Sifir tolerans’ werin gotin, bizanibin ku divê dawî li polîtîkayên bêcezatiyê bînin. Em bi bîr dixin ku bi hezaran jinên hatine qetilkirin, zarokên ku bûne şahidên şîdetê û bi wan re hatine qetilkirin jî malbat bûne. Ji bo pêşîgirtina şîdeta li dijî jinan li cihê nêrîna ‘malbatî’ ya baviksalarî, polîtîkayên ‘wekhevîxwaz û laîk’ divê esas werin girtin.

Ya em behs dikin mafê jiyana bê şîdet a jin û zarokan e. Ji ber wê bedela bêberpirsyariyê pir mezin e.”