Rojnamegeren jin ên li Tehranê: Dê têkoşîna me ya azadiyê bidome

Rojnamegerên jin ên li Tehranê bertek nîşanî êrişa dewleta Tirk a li dijî rojnamegeran dan û diyar kirin ku êrişê, biryardariya wan a têkoşînê zêdetir kiriye û dê bi gef û êrişan nikaribin pêşî li xebata wan bigrin.”

Tahran- Roja 23’yê Tebaxê ji aliyê dewleta Tirk ve li Seyîdsadiqa Silêmaniyê ya Herêma Federal a Kurdistanê, êrişeke bi balafiran a bombeyî pêk hatibû, di encamê de rojnameger Gulistan Tara û Hêro Bahadîn jiyana ji dest dan, berpirsyarê şîrketa Chatr Rêbîn Bekir û 6 rojnameger jî birîndar bûn. Jinên rojnameger ên li Tehranê li ser êrişê ji ajansa me re axivîn.

‘Qetilkirina rojnamegeran sûceke navneteweyî ye’

Rojnameger Sheila Rabbanî, diyar kir ku êriş ne yekem û ne jî dê dawî be û wiha domand: “Zihniyeta mêr-dewletê, çawa ku jiyana mirovan girîng nabîne, jinên ku têkoşîna azdiyê dimeşînin hedef digre. Di komara îslamê ya Îranê de di vê nîvsedsalê de gelek rojnameger hatin qetilkirin, girtin, rastî tacîzê hatin, ji kar hatin derxistin û gelek mafên wan hatin binpêkirin. Qetilkirina rojnameger Gulistan Tara Hêro Bahadîn ji aliyê dewleta Tirk ve sûceke navneteweyî ye. Em dewleta Tirk şermezar dikin û dibêjin; dê têkoşîna me ya azadiyê her dem berdewam bike.”

‘Tu gef dê pêşî li xebatên jinên rojnameger negire’

Rojnameger Samîra Mohajerî ya bi salan e li Tehranê rojnamegeriyê dike û bi hinceta ku piştgirî daye serhildana “Jin, jiyan, azadî” ji ajansa lê dixebitî ji kar hatiye avêtin jî got: “Di salên dawî de torên nûçeyan zêde bûne. Rojnameger Gulistan Tara û Hêro Bahadîn a di riya heqîqetê de têdikoşiyan ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin. Rastî ew e ku; rojnamegerî yek ji kelehên têkoşîna azadiya jinan e. Jinên rojnameger ên li cîhanê, bi nivîsên xwe zehmetiyên civakên ku ji bo azadî û wekheviyê têdikoşin vedibêjin, zêdetir bandoreke cudatir çêdikin. Ji ber wê dê tu gef pêşî li rojnamegerên jin negire.”

‘Dê berxwedana me bidome’

Aktivîsta medyayê Chîman Akhwan jî li ser mijarê wiha axivî: “Em qetilkirina herdu rojnamegeran ji aliyê dewleta Tirk ve bi tundî şermezar dikin. Difikirin ku dê bi êrişan jinan bixin bin zextan lê xwe dixapînin. Divê hikumetên dîktator bizanibin ku dê tu carî nikaribin rojnameger û jinan bi zextan biçewisînin, dijberî wê êriş, biryardariya me ya têkoşînê zêdetir dikin. Hewldanên kesên li azadiyê digerin bêdawî ne. Heta ku em bigihîjin jiyana wekhev û azd dê berxwedana me bidome.”

‘Li dijî têkoşîn û berxwedana jinan dê desthilatdariyên faşîst bi xwe têk biçin’

Chîman Akhwan, bal kişand ser êrişên dewleta Tirk ên zêde bûne û wiha bi dawî kir: “Dewleta Tirk ne tenê li dijî rojnamegeran sûîqesdan dike, di serî de jin, li dijî hemî kesên civakê di her warî de êriş dike. Armanca dewleta Tirk ew e ku pêşî li jinên ji bo azadî û wekheviyê têdikoşin bigre lê dê li hemberî berxwedana jinan têk biçe. Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê jî ji ber zextên ku her diçe zêdetir dibin, jinan bi serhildan “jin, jiyan, azadî şoreşek dan destpêkirin. Jinan têkoşîna xwe du qat zêdetir kir. Bêguman dê ev têkoşîn bigihîje armanca xwe. Tirsa  desthilatdariyên faşîst a ji rojnamegeran mezin e. Sedem jî ew e ku dizanin rastiya DAIŞ’ê derdixin holê. Baş dizanin ên ku derew û sûcên wan derdixin holê rojnameger in loma bi êrişên nemerdane wan qetil dikin.”