Awaz Îsmalî: Divê em armanca van êrişan baş bizanibin

Çalakvan Awaz Îsmaîl êrişa dewleta Tirk li ser rojanmevanên jin şermezar kir û got: “Divê em jin ji armanca van êrişan baş bizanin û bi têkoşîna xwe li dijî van êrişan rawestin.”

DÎVAN SÎHAD

Raperîn- Çalakvanana jinan ya Ranya Awaz Îsmaîl der barê hedefgirtina rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Bahadîn de diyar kir ku li dijî êrişên dewleta Tirk pêwîstî bi helwesteke cidî heye.

Awaz Îsmaîl di destpêka axaftina xwe de di kesayeta Gulistan Tara û Hêro Bahadîn de hemû şehîdên riya azadiyê bi bîr anî û wiha got: “Weke jinên Raperînê, em vê êrişa li ser rojnamevanan şermezar dikin. Em sersaxiyê ji malbat û kesûkaran wan re dixwazin û ji birîndaran re jî şîfaya xêrê dixwazin. Em weke jinan nerazîbûna xwe ya li dijî van êrişan tînin ziman. Dewleta Tirk bi serokatiya Erdogan dagirkeriya xwe li ser xaka başûrê Kurdistanê berdewam dike. Di van demên dawî de dagirkeriya xwe zêdetir kiriye.”

‘Divê dewleta Iraqê rastiya êriş û dagirkeriyê baş bizanibe’

Awaz Îsmaîl da zanîn ku ji çi fikir û baweriyê bin bila bibin divê hemû kes vê metirsiya heyî bibînin û wiha got: “Divê Iraq nekeve nava planên dewleta Tirk. Tirkiye gefa avê jî li Iraqê bixwe divê Iraq nekeve nava planan. Ji ber av di nava xaka Kurdistanê de ye. Divê Iraq li gel me li hev bike. Ji ber ku em xwedî projeya konfederalîzma demokratîk in û em ji jiyana bi hev re bawer dikin. Ji ber wê divê dewleta Iraqê baş wê rastiyê û rastiya êriş û dagirkeriya dewleta Tirk bizanibe.”

‘Divê li dijî êrîş û dagirkeriyê em xwedî helwest bin’

Çalakvan Awaz Îsmaîl di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Armanca Tirkiyeyê bajarê Mûsilê û pêkanîna mîsaqî milî ye. Ev jî eşkere ye dema dikeve navçeyekê, wê derê nahêle. Ji ber wê divê em weke gelê Kurd û bi taybetî jin van êrişan baş bibînin û divê li dijî van êriş û dagirkeriyan em xwedî helwest bin, bi têkoşîna xwe pêşî li vê dagirkeriyê bigrin.”