Li Xezayê felca zarokan belav dibe

Di êrişên Îsraîlê yên li dijî Zîvala Xezayê de hejmara windayan bi lez zêde dibe, li dijî felca zarokan ji bo derziya demildest agirbest hat xwestin. Di êrişan de rojnamevanek din jî jiyana xwe ji dest da.

Navenda Nûçeyan- Îsraîl ji 7’ê Cotmeha 2023’an ve heta niha êrişên xwe yên li ser Zîvala Xezayê bênavber berdewam dike.

Hat diyarkirin ku di êrişa hewayî ya artêşa Îsraîlê ya li dijî Zîvala Xezayê ku duh tevahî rojê berdewam kir de 43 sivîlan jiyana xwe ji dest dane. Berdevkê Muduriyeta Parastina Sivîl a Xezayê Mahmud Basal daxuyaniyek nivîskî da û bal kişand ser êrişên duh hatine pêkanîn. Da zanîn ku di êrişên hewayî yên ji aliyê Îsraîlê ve li 5 xalên cuda hat pêk hatin de 3 zarok di nav de herî kêm 18 sivîlan jiyana xwe ji dest dane û hejmarek zêde kes jî birîndar bûne. Her wiha destnîşan kir ku di çar êrişên hewayî yên li beşa navendî ya Zîvala Xezayê de 12 filistîniyan jiyana xwe ji dest dane. Li bajarê Xan Yunusê jî 3 cihên cuda hatin bombebarankirin. Di van êrişan de herî kêm 13 sivîlan jiyana xwe ji dest dan.

Di êrişa Îsraîlê ya ji 7’ê Cotmaha 2023’an ve heta niha li ser Zîvala Xezayê pêk anîne de herî kêm 16 hezar û 589 zarok, 10 hezar û 980 jin jî di nav de 40 hezar û 435 filistîniyan jiyana xwe ji dest dane, 93 hezar û 534 kes jî birîndar bûne. 

Bi hezaran zarokên ku divê derziya felca zarokan li wan bidin hene

Li aliyê din li Xezaya ku xizmet lê nemaye, belavbûna felca zarokan berdewam dike. Ajansa Avadan û Alîkariya Koçberên Filistînê yên Rojavayê Nêzîk a Neteweyên Yekbûyî (UNRWA), Fona Alîkariya Zarokên Navneteweyî ya Neteweyên Yekbûyî (UNICEF), Rêxistina Tendirustiyê ya Cîhanê (WHO) û hevkarên wan ragihandin ku li Zîvala Xezayê zêdeyî 640 hezar zarok ji bo derziya felca zarokan bibin hene, ji bo vê jî pêwîstî bi lêgerîna mirovan heye. UNRWA di daxuyaniya dayî de da zanîn ku UNICEF, WHO û hevkarên wan di mijara li Zîvaal Xeza zêdeyî 640 hezar zarok ji bo derziya felca zarokan bibin hene. Di daxuyaniyê de hişyariya ku ji bo derziya felca zarokan were kirin ji ber hincetên mirovî, pevçûnên li herêmê divê navbera mirovî were dayîn, berovajî wê metirsiya belavbûna felca zarokan di nava zarokan de dê zêde bibe.

Divê zêdeyî 640 hezar zarok werin derzîkirin

Di daxuyaniya ku ji aliyê UNICEF’ê ve hat dayîn de hat diyarkirin ku li gel Rêxistina Tendirustiyê ya Cîhanê, UNRWA û hevkarên xwe yên din 1,2 milyon derziya felcê ya doza tîp 2 şandine Xezayê, diyar kir ku tê plankirin li Xezayê zêdeyî 640 hezar zarok werin derzîkirin. Nûnerê Polîtîkayên Ewlehiyê û Karên Derve yên Bilind ya Yekitiya Ewropayê (YE) Josep Borrell di daxuyaniya duh de da zanîn ku ji bo derzîkirina felca zarokan li Xezayê banga 3 rojan demildest ya agirbestê kiribû.

Li Xezayê rojnamevanek din jî hat qetilkirin

Îsraîlê li dijî maleke li Kampa Koçberan a Nuseyratê ya li beşa nevandî ya Zîvala Xezayê ye, êriş pêk anî. Di êrişê de rojnamevanê Filistinî Muhammed Abd Rabbo jiyana xwe ji dest da. Hat diyarkirin ku cenazeyê Abd Rabbo, birine nexweşxaneya Şehîdên Aksayê ya li bajarê Deyr Balah. 

Di daxuyaniya ji aliyê Ofîsa ragihandinê ya hikumetê ya Xezayê ve hat dayîn de hat ragihandin ku hejmara rojnamevanên li Zîvala Xezayê hatibne qetilkirin bûye 171. Bi qetilkirina Muhammed Abd Rabbo re hejmar gihîşt 172’yan.