Di 152’emîn hefteya komkujiyê de ji bo Roboskî daxwaza edaletê

Înîsiyatîfa Edaletê ya ji bo Roboskiyê di meha 152’emîn aa komkujiyê de, carek din ji bo kesên ku di komkujiya Roboskî de jiyana xwe ji dest dane edalet xwestin.

Navenda Nûçeyan - Înîsiyatîfa Edaletê ya ji bo Roboskiyê  di meha 152’yemîn ya komkujiya Roboskî ku li gundê Roboskî yê girdayî navçeya Qilaban ya Şirnexê di dîroka 28’ê kanuna 2011’an de di encama bomabrdûman balefirên şer ên dewleta Tirk de 19 jê zarok 34 kes hate qetilkirin, daxuyanî da.

Di daxuyaniya li pêşiya Şaxa Enqere ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) hatî dayîn de pankarta ‘Bila kujer bên dîtin, Roboskî êdî qet’ hate vekirin. Endamê ÎHD Tanju Gunduzalp diyarkir ku ev 13 sale ji bo Roboskî daxwaza edaletê dikin û wiha got: “Ên ku komkujî pêkanîn, di korîdorên sîstemê de winda ne. Ev 657 hefteye bi destê sîstemê bê cezatiyek didome û ev 4 hezar û 596 roje em bi hev re li edaletê digerin. Li Roboskî ji dema ku 19 zarok û 34 sivîl hatî qetilkirin heta niha; rêveber, meclîs, daraz, AYM û AÎHM bi hevre bê edaletî, bê hiqûqî û bê cezatiyê dide jiyîn. Em dibêjin ‘Hiqûq li ku derê ye’. Bi şer, kuştin û  birçî hêlanê civak nayê rêvebirin. Ev rewşa bê siyasetê ye.”

‘Roboskî di dersa dewletê de komkujiyek e’

Tanju Gunduzalp îfade kir ku wê gotina hiqûq û edaletê berdewam bikin û wiha got: “Roboskî qirkirinek e. em dizanin ku em ê bêedaletî û bêcezayiyên di van qirkirinan de bi avakirina pergaleke aştîxwaz ya xwe dispêre wekhevî û mafên mirovan,  bi dawî bikin. Bila neyê jibîrkirin ku cîhan û erdnîgariya me jî ji şerên dûrî mafên mirovan, bes bi armanca planên aborî û parvekirina çavkaniyan tên derxistin, para xwe xwe distînin. Em ê lêgerîna xwe ya edaletê ya ji bo Roboskî û hemû kesên ku di encama qirkirinan de jiyana xwe ji dest dane, bidomînin."