Di êrişa Qamişloyê de dayikek û kurê xwe jiyana xwe ji dest dan

Di encama teqîna wesayîtek a li Qamişloyê de dayikek û kurê xwe jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan- Îro di saetên nîvroyê de li kêleka Navenda Poste û Pêwendiyan û xeraca otobusan a taxa Enteriye ya rojhilatê bajarê Qamişloyê di wesayîdek de teqîn pêk hat. kir. Li gor daxuyaniya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku erebeya ku li Qamişloyê teqiye, ji ber çandina mayînekê li hundirê erebeyê pêk hatiye.

Ajansa ANHA’yê ragihand ku di encama teqînê  de jina bi navê Xalide Mihemed Şerîf a 40 salî û kurê xwe Ednan Silêman ê 24 salî jiyana xwe ji dest dane.