‘Bi hevgirtinê dê pêşî li êrişên li dijî jinan were girtin’

Çalakvanên jin ên Cezayîrê bal kişandin bûyera tecawiz û qetilkirina jina li Hindistanê, destnîşan kirin ku li gelek deverên cîhanê êrişên li ser jinan zêde bûye û gotin ku bi hevgirtinê dê pêşî li êrişên li dijî jinan were girtin.

SARA ÇEQRÎF

Cezayîr – Bûyera tecawiz û qetilkirina bijîşka li Hindistanê, bû sedema gelek bertek û çalakiyên şermezarkirinê. Her kesê, ji ber tunebûna zagonên ku parastina jinan nakin nerazîbûn nîşan da.

Çalakvana mafên mirovan û rojnamevan Suleyma Melîzî, bûyera tecawiz û qetilkirina bijîşka li Hindistanê şermezar kir û wiha got: "Qetilkirina bijîşka ciwan kiryarek li dijî mirovahiyê ye, kiryarek li dijî jinan e. Cîhan bi tevahî bi pêş dikeve û di encamê de jin di qadên tenduristiyê de mîna mêran kar dikin lê belê divê jin werin parastin ji bo bikaribin di mercên bê xeter de di dema nobetê de razên. Tecawiza li dijî bijîşka Hindistanî ne tiştekî nû ye, diyardeyeke wisa ye ku li hemberî gelek jinên ji dewletên cuda pêk tê. Bi taybetî di civakên girtî de. Serkeftina jinan mêran bi hêrs dike loma tundiyê li wan dikin. Gelekî zehmet e ev diyarde were sekinandin ji ber ku gelek mêr di aliyê madî û derûnî de ne aram in."

Suleyme Melîzî teqez kir ku kiryarên tecawizê li welatên Ereb û misilman gelek in lê belê bi hinceta civaka girtî bûyer nayên vegotin û wiha berdewam kir: "Min gelek kiryarên ku nehatine vegotin lêkolîn kirine. Çend ji wan jî kiryarên tecawizê yên bavên li keçên wan in. Li vir ez ê balê bikşînim ser kiryareke din. Ji ber ku li dijî bûyera bijîşka Hindistanî bertek zêde bûn û bêdengî şikiya, bû dozek û ket raya giştî ya cîhanê. Bi vê yekê dê rê li ber kiryarên tecawizê werin girtin."

Riya çareseriyê hevgirtin û teşhîrkirin e

Suleyme Melîzî wiha bi dawî kir: "Hevgirtin û teşhîrkirina tundiya li dijî jinan dê vê diyardeya ku di nava gelek civakan de belav bûye rawestîne. Ji ber ku hinek malbat hene ji tirsa xwe nabêjin. Gelek caran jî malbat keçên xwe neçar dikin bi yên sûcdar re bizewicin û bûyer wiha tê girtin. Ev yek kiryareke din e li dijî keçên ciwan lewre neçar dimînin bi celadên xwe re bijîn."

Divê sûcdar bi zagonan werin cezakirin

Çalakvana Cezayîrî Asya Belhac jî bal kişand ser hevgirtina civakê ya bi jinên rûbirûyî tundiyê mane. Asya Belhac got: "Girîng e mijara destdirêjiya li dijî jinan were vegotin ji ber gelek rewşên weke bûyera bijîşkê hene. Divê yekser çareserî ji vê diyardeyê re were dîtin. Jin di aliyê qanûnan de nayên parastin. Saziyên têkildar jî parastina wan nakin. Ji ber wê yekê tundî li dijî wan zêde dibe. Belgeya herî berbiçav jî bûyera li dijî bijîşka Hindistanî ye. Piştî tecawiza li nexweşxaneyê hat qetilkirin. Parastina jinan ji tundiyê pêwîstiya wê bi hişyarkirina civakî û çandî heye. Bi taybetî di aliyê nirx û rola jinan a di civakê de divê zagon werin pêkanîn û sûcdar werin cezakirin."

‘Bi deng û bertekên me dê guhertin çêbibe’

Der barê girîngiya hevgirtina jinan û çalakiyên wan ên li dijî bûyera bijîşk de jî Asya Belhac got: "Ev hevgirtin awayê rûbirûbûna li hemberî tundiya li dijî jinan e û rê li ber yekitiyê vedike. Her wiha dengê jinên ku tundî li wan hatiye kirin digihîjîne hemû aliyên navdewletî. Hevgirtina jinên ji çand û baweriyên cuda, dibe ku guhertineke rastîn bi xwe re bîne."

Asya Belhac di dawiyê de teqez kir ku hevgirtina jin û mêran di bûyer û dozên girêdayî tundiya li dijî jinan de gaveke mezin a ber bi guhertina serdema cîhanbûnê ve ye û got: "Bi deng û bertekên me dê bûyerên destdirêjiya li ser jinan, tundî û qetilkirina wan kêm bibin."