TAJÊ: Konferansa li Almanyayê komployek li dijî civaka Êzidî ye

18’yê Çile li Almanyayê konferansek di bin navê lihevhatina Êzidî û Misilmanan ‘Jiyana bi hev re’ bê lidarxistin. Tevgera Azadiya Jinên Êzidî ev konferans bi tundî red kir û bang kir ku tu kes tevlî vê konferansê nebe.

Şengal-Dewleta Elmanya bi hevkariya PDK’ê, ji bo lihevhatina Êzidî û Misilmanan wê sibe 18’ê Çile li Kolnê konferansa bi navê “Jiyana bi hev re” pêk bîne. Ji gelek aliyên sazî û rêxistinên Êzîdî ve derbarê vê konferansê de bertek hatin nişandan û diyar kirin ku tevlê konferansê nabin Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) tekîldarê mijarê daxuyaniyek da. Daxuyanî  ji aliyê berdevka Rîham Hico ve hate dayîn û bang li her kesî hate kirin ku beşdarî vê konferansê nebin.

Daxwiyanî bi vî rengî ye:

‘Ev komployek û muameleke li beramberî civaka Êzidî ye’

Berdevka Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) daxuyanî da û konferans şermezar kir û wiha got: “Di serî de em ew konferansa ku li Almanyayê bin navê ‘ji bo lihevhatina Êzidî û Misilmanan ji aliyê hin kesan ve tê lidarxistin, weke tifaqeke nagirin dest, ev komployek û muameleke li beramberî civaka Êzidî ye. Jixwe her kes dizane fermanê kî û çawa li ser Êzidiyan rakir. Yê ku fermanê rakir DAIŞ bû û aliyên ku bi DAIŞ’ê re bû hevkar, rê ji fermanê re vekirin û li ber xwe nedan û her wiha Şengalê bêparastin hiştin jî pêşmergeyên PDK’ê bûn. A din jî xemsariya dewlet û hikumeta Iraqê bû. Îro roj em dibînin tifaqên wê demê niha li beramberî îradeya Êzidiyan e, wek domandina fermanê ye.”

‘Armanca peymanê bêîradekirina civaka Êzidî ye’

Rîham Hico bal kişand ser peymana 9’ê Cotmehê û wiha got: “Yek ji wan xalan jî peymana 9’ê Cotmehê ye. Weke civaka Êzidî wek jinên Êzidî me çima peymanê red kir? Ji ber ku peymana 9’ê Cotmehê gelek aliyan cihê xwe tê de girtin, hikumeta Iraqê cihê xwe girt, di bin navê hikûmeta herêma Kurdistanê de ku ne hikûmet e PDK’ê cihê xwe girt. Ji derveyî Êzidiyan her kes di nava wê peymanê de hebû. Ew peyman li ser Êzidiyan hat kirin û roja destpêkê me peymanê red kir. Li dijî peymanê me li Şengalê xebat û berxwedaneke pir mezin da nîşandan. Me xebata xwe li ser esasê pêknehatina peymanê da meşandin. Armanca peymanê bêîradekkirina civaka Êzidî ye, hewl didin civakê vegerînin rewşa beriya 2014’an. Di tifaq û peymanê de gelek şêlûbûn heye, mînak dê civaka Êzidî peymanê bi kê re bike.”

‘Tu pirsgirêk di navbera Êzidî û Ereban de nîn e’

Rîham Hico di berdewamiyê de da zanîn ku pirsgirêka civaka Êzidî bi tu netew û baweriyekê re nîn e û wiha got: “Tu pirsgirêk di navbera Êzidî û Ereban de nîn e. Em bibêjin hinek kesan an jî eşîran cihê xwe di nav DAIŞ’ê de girtibin em ê hesab ji wan kes û eşîran  bipirsin. Di wê konferansê de kî temsiliyeta DAIŞ’ê dike? Wisa xuya dike ku dê lihevkirinek bê kirin û aliyê ku xwe vedişêre jî PDK ye. PDK dixwaze xwe bê sûc derxe, gunehên xwe xwe yên ji ber fermanê bişû. Dixwaze xwe ji hevkarî û îxaneta ku di 3’yê Tebaxê de kiriye bi riya konferansê, bişû û ser kiryarên xwe bigre. Em vê yekê red dikin û em ê kesên ku tevli dibin jî wek şirîk bibînin.”

‘Mirovên xwedî xîret beşdarî vê konferansê nabin’

Rîham Hico di dawiya daxuyaniyê de bang li hemû kesên xwedî xîret kir ku beşdarî komxebatê nebin û wiha got: “Em bang li Êzidiyên xwedî xîret, Kurdên xwedî xîret, Mesîhiyên xwedî xîret, Misilmanên xwedî xîret dikin ku ji vê peymanê vekişin. Kesên ku tevli konferansê dibin dê berpirsên peymanê bin jî. Çawa ku me peymana 9’ê Cotmehê red kir û hemû kesên tevli peymanê bûbûn wek beramberî civaka Êzidî dît, em ê li dijî kes û aliyên ku tevli vê konferansê jî bibin derkevin. Em tu tifaqên derveyê îradeya xwe qebûl nakin. Ji aliyê din ve tu dijminatiya me bi civakek din re nîn e ku em li hev bikin. Dijminê me diyar bû, aliyên ku hevkarî kirin diyar bûn. Tu pirsgirêka me bi civakan re nîn e.  Em wek civaka Êzidî li ser esasê bi hev re jiyîn, xwişk û biratiya gelan, xebatên xwe dimeşînin. Esasên xebatên me jî xwişk û biratiya gelan e, hezkirina ji hev û qebûlkirin e. Ji bo vê em careke din diyar dikin ku em vê komployê red dikin dê tu carî pêk neyê û hemû kesên ku tevli bibin jî berpirsyar in.”