Pakistan êrişî Îranê kir: 3 jin û 4 zarokê Beluc jiyana xwe ji dest dan

Pakistan li eyaleta Sîstan-Belucîstanê li gundekî hîn malan bombebaran kir. Rêveberiya Îranê ragihand ku li gund 3 jin û 4 zarok jiyana xwe ji dest dane.

Navenda Nûçeyan – Pakistan li eyaleta Sîstan-Belucîstan a Îranê hin malên li gundekî bombebaran kir. Hikumeta Îranê piştî bombebaranê ragihand ku 3 jin û 4 zarokên welatiyên Beluc jiyana xwe ji dest dane. 

Navê sê zarokên ku jiyana xwe ji dest dane wiha ye: Babur Doost, Hanidoost, Cheragh Doost ve Mahikan Baluch.

Çi bûbû?

Di rojên derbasbûyî de Îran êrişa bi moşek û balafirên bê mirov ên keşfê li hemberî du baregehên koma bi navê Ceyşu'l Adl ê li Pakistanê pêk anîbû. Di daxuyaniya ku piştî êrişê ji aliyê Pakistanê hatibû dayîn de, hatibû ragihandin ku di êrişa Îranê de 2 zarok jiyana xwe ji dest dane, 3 zarok jî birîndar bûne.