Perwerdeya xebatkarên jin ên wargeha Mexmûrê bi dawî bû

Dewreya perwerdeyê ya Şehîd Evîn Goyî ya ku di 3’ê mehê de li Akademiya Şehîd Jiyan a li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ji bo xebatkarên jin hatibû destpêkirin, bi dawî bû.

Mexmûr - Li Akademiya Şehîd Jiyan a Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) di 3’ê mehê de dewreyek perwerdeyê li ser navê Şehîd Evîn Goyî bi beşdarbûna 21 jinan hatibû destpêkirin, bi dawî bû.

Di dewreyê de mijarên bi sernavê çima û çawa perwerde, di erkên pêvajoyê de rola jinan, şerê taybet, jin û malbat, pirsgirêkên ku di navbera jinan û malbatê de tên jiyîn, hevjiyana azad, pergala jinan a xwerêvebirinê hatin destgirtin û nîqaşkirin. Her wiha bi boneya bidawîkirina dewreya perwerdeyê endamên Stêra Zêrîn a wargeha Mexmûrê ji bo xebatkarên jin stranan gotin.

Jinên ku beşdarî perwerdeyê bûne li ser girîngiya perwerdeyê, armanc û beşdarbûna perwerdeyê, ji ajansa me re axivîn.

‘Divê di hemû şert û mercan de jin dewreyên perwerdeyê bibînin’

Cîhan Kaplan diyar kir ku ji bo jinan perwerde divê erka herî sereke be û wiha got: “Me di 3’ê mehê de bi fermî dest bi perwerdeya xwe kir. Waneyên me zêdetirê xwe li ser perwerde çi ye, pergala perwerdeyê, şerê taybet çi ye, çawa tê meşandin û weke din bûn. Di vê serdema ku em niha dijîn de jin tên qetilkirin ango li ser jinan qetlîamek tê meşandin. Ji bo wê pêwîstî pê heye ku jin di hemû şert û mercan de di perwerdeyan re derbas bibin.”

‘Em hemû fikir û ramanên xwe ji rêbertiyê digrin’

Cîhan Kaplan destnîşan kir ku hêza wan a herî sereke ya têkoşînê fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û got: “Em hemû fikir û ramanên xwe ji rêbertî digrin. Hêza ku em pê gav jî davêjin, em ji rêbertî digrin. Hêza din a herî mezin jî em ji gerîlayan digrin ku niha di çeperan de têdikoşin û ji hêza jinan digrin. Ji ber ku jinan di vê demê de xwe nas kirin û bi pêş xistin, xwe li ser lingan digirin, hem şerê îdeolojîk hem jî çekdarî dimeşînin. Ya ku ji me jî tê xwestin ew e em li kêleka wan xwe bi hêz bikin û têkoşîna rizgariya jinan mezin bikin.”

‘Ger em li ser bîrdoziya rêbertiyê têbikoşin em ê bi ser bikevin’

Cîhan Kaplan di dawiya axaftina xwe de wiha bang li tevahî jinan kir: “Hemû jinên cîhanê û bi taybetî jî jinên Kurd divê pirtûkên rêbertî bixwînin. Ger em pirtûkên wî bixwînin û li ser bîrdoziya Rêbertî em rê ve biçin, em ê gavên mezin bavêjin û di vê serdemê de bikaribin rêbertiya xwe bi fizîkî azad bikin.”

‘Dewreya perwerdeya me li ser navê Şehîd Evîn Goyî hatiye vekirin’

Xerîç Nerexî jî wiha qala beşdarbûna xwe ya ji bo dewreya perwerdeyê kir: “Perwerdeya me li ser navê Şehîd Evîn Goyî hatiye vekirin. Piraniya nîqaşên perwerdeya me li ser hevjiyana azad, girîngiya perwerdeyê, çima perwerde û weke din bû. Perwerde ji bo pêşketina mirov tişta herî girîng e. Ji bo ku di demên pêş de em bikaribin xwe îfade bikin, berpirsyariyek bigrin û di nava civakek azad de bijîn em beşdarî perwerdeyan dibin. Ji bo vê bila hemû jin xwe perwerde û zana bikin.”