Jinên Tûnisê piştgirî dan jinên Xezayê

Jinên Tûnisê yên ku li dijî êrîşên Îsraîlê yên li dijî Xezayê ji bo bi gel re hevgirtin bikin kampanya dan destpêkirin, bang li hemû rêxistinên mafên mirovan û rêxistinên mirovî kirin û xwestin binpêkirinên li Xezayê bên eşkere kirin.

NAZIHA BOUSSIDI

Tûnis - Jin bi awayekî xurtî beşdarî kampanyaya neteweyî ya ku li dijî êrîşên Îsraîlê yên li dijî Zîvala Xezayê ji bo j piştgirîkirina gel hat destpêkirin, dibin. Berdevka Heyva Sor a Tûnisê Buhaîna Karakba, wiha got: "Jinên Tûnisî di qada mirovî de roleke girîng lêyistin. Rojên borî ji bo alîkariya gelê Xezayê kampanyaya neteweyî ragihandin. Jinên Tûnisî ji bo beşdarbûna vê kampanyayê dudilî nebûn. Dest bi komkirina alîkariyan û alîkariya Heyva Sor kirin. Ekîbên hatin avakirin ji bo alîkariyên mirovî bên dabeşkirin, paketkirin û bi organîze kirinê ji jin û zarokên Xezayê bên şandin, amede kirin. Her wiha ekîban zarokan jî teşwîq kirin. Ji bo zarokên li dibistanan li ser girîngiya xebatên mirovahî perwerde hat dayîn.”

Di xebatan de jin dilxwaz dibin

Buhaîna Karakba, da zanîn jinên Tûnisê ji bo erka xwe ya mirovahî bi cih bînin li dijî zehmetiyên pêşiya xwe li ber xwe dan û karkirina dilxwaz qebûl kirin û wiha got: “Jinên Tûnisî di erdheja 6'ê Sibatê de bi dilxwazî alîkariya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û ji ber lehiyê jî alîkariya Lîbyayê kirin. Di bin siwana Heyva Sor a Tûnisê de zêdetirê 20 sal in xebatên dilxwaz dikim û tevî berpirsiyariyên xwe yên di nava malbatê de jî min dikarîbû bi saetên xwe yên kar re van tiştan koordîne bikim. Zarokên min her tim piştgiriya derûnî didin min. Em di komiteyên tenduristî û alîkariyê, pozîsyonên mudaxaleya afet, vemirandina agir, alîkariya qurbaniyên lehiyê û berfê de cih digrin.”

'Jinên Tûnisê di zarokên xwe de ruhê metanet avadikin’

Buhaîna Karakba, destnîşan kir li Tûnisê kampanyaya neteweyî di 9’ê Cotmehê de hat destpêkirin û wiha berdewam kir: "Balafireke tijî alîkariyên taybet ên ku Heyva Sor a Filistînê daxwazkiribû, bi taybetî dermanên anestezî û resusîtasyon û antîbiyotîkên zarokan hat şandin. Balafirên din ên alîkariyê ku ji 12 ton xurek, mamaya zarokan û derman pêktên jî hatin şandin. Ji bilî dayîna alîkariya aborî ya ji bo xwendekarên Filistînî, ji bo dermankirina guncav gelek birîndar jî anîn Tûnisê. Ji bo dayikek ne hêsan e ku zarokê wê li ber çavên wê were qetilkirin. Lê ji bo vê rewşê sebir dike û birînên xwe derman dike. Jinên Tûnisê her tim di zarokên xwe de ruhê metanet û sebrê ava dike. Ev jî curek berxwedanê ye. Berxwedan ne tenê hilgirtina çek e.”

'Hedef bi taybetî jin û zarok dibin’

Buhaîna Karakba, têkildarî binpêkirinên mafan ên zarokên Xezayê jî wiha got: "Li gorî îstatîktîkan zêdetirê kesên birîndar dibin zarok in. Di vê şerê de bi taybetî jin û zarok tên hedef girtin. Ji ber ku ev pêşeroja Filistînê ne. Îsraîlê ku jin û zarokan hedef digre, hewl dide pêşerojê xera bike. Birîndarbûn tenê astengiyên bedenî dihêle, bandorê li tenduristiya zihnî jî dike. Dengê qêrîna zarokekî ku dengê çanteya dilxwazek şîdandî bû nikarim ji bir bikim. Hemû kesên li derdor ber bi wê ve reviyan. Ev mînaka ku em pê re rû bi rû dibin, bandora şer a li ser zarokan bi awayekî vekirî eşkere dike.”

Buhaîna Karakba, dest nîşan kir tiştên li Xezayê diqewimin ji bo hemû zarokên cîhanêxeteriyek avadike û wiha got: “Zarok malperên tora dijîtal dişopînin, nizanin şer çi ye û çima diqewime. Ev pirsan, keça min hertim ji min dipirse. Bersiva me çi dibe bila bibe, tiştê ku li ser ekranan dibînin pêbawer naye. Li ser malperên tora dijîtal binpêkirinên li dijî zarok û jinan ên Xezayê tên nîşan dan. Li Tûnisê zarok tevlî gelek alîkariyên manewî û madî bûn.”

Banga hevgirtinê

Buhaîna Karakba, di dawiya axaftina xwe de ji hemû jinên Filistînê re peyama xwe da û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Dilxwazên di Heyva Sor a Filistînê de roleke girîng ku kes nikare ji nedîtî ve bê dilêyzin. Ev her roj li ambûlans, nxwexane û li kampan amade ne. Em bang li hemû sazî û rêxistinên mafên mirovan ên li cîhanê dikin ku ji bo eşkerekirina binpêkirinên li Xezayê di nava hevgirtinê de bin.”