Saziyên çapemeniyê: Ya tê darizandin ne Dîcle rojnamegerî ye

Rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê, banga beşdarbûna danişîna hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglu ku dê sibe bê lidarxistin kirin û wiha gotin: “Ya tê darizandin ne Dîcle, rojnamegerî ye.”

Navenda Nûçeyan- Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG), Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG), Komeleya Rojnamegerên Hemdem (ÇGD), Komeleya Lêkolînên Medya û Hiqûqê (MLSA), Sendîkaya Xebatkarên Çapemenî Weşan û Çapxaneyê (DÎSK Basin-Îş) û Sendîkaya Rojnamegeran a Tirkiyeyê (TGS), der barê duyemîn danişîna doza hevseroka DFG’ê û edîtora Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîcle Muftuoglû ku dê sibe li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bê lidarxistin de daxuyaniyek hevpar dan. Di daxuyaniyê de banga beşdarbûna danişîna Dîcle Muftuoglû ku bi îdiayên “Endamtiya rêxistinê” û “Avakirin û birêvebirina rêxistinê” li Girtîgeha Jinan a Sîncanê tê girtin hat kirin.

‘Hemû îdia û şahidên nepen ên di îdianameyê de pûç bûne’

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku Dîcle Muftuoglu zêdetirî 8 meh in girtî ye û bal kişandin ser nakokiyên di îdianameyê de. Her wiha bal kişandin ser danişîna ewil a Dîcle Muftuoglu û wiha hat gotin:

“Ji nûçeyên ku Dîcleyê çêkirine, heta mayîna Dîcleyê ya li gel bavê xwe li hotêleke Stenbolê, bi îdiayên sosret tê sûcdarkirin. Bi rapora MASAK’ê pereyê ku wê û malbata xwe ji hev re şandine kirine mijara sûc. Gera Dîcle Muftuoglu ya derveyî welat, axaftinên wê yên bi hempîşeyên xwe re wekî delîlên sûc hatine nîşandan. Bi daxuyaniyên şahidên nepen dixwazin vê bêhiqûqiyê veşêrin. Dixwazin pîşeya rojnamegeriyê krîmînalîze bikin. Şahidê nepen berê di dosyaya 10 rojnamegerên li Enqereyê de hat guhdarkirin. Di pirseke lı jê hatiye kirin de got; ‘Bi dewletê re dixebite.’ Em qala kesekî wekî sîxur ku li ser navê dewletê dixebite dikin. Wekî parêzerên Muftuoglu jî anîn ziman, an ev kes polîs e ku ne polîs be jî peywireke bi vî rengî ne li gorî zagonan e. Bi kurtasî hemû îdia û şahidên nepen ên di îdianameyê de pûç bûne. Jixwe ev îdia ji bo me bêqîmet in.”

‘Rojnamegeriyê parast’

Daxuyanî wiha domiya: “Bendewariya raya giştî ya ku Dîcle bê berdan gelek zêde bû. Ji ber ku sûcdariyên der barê Dîcleyê de ne ew sûc in ku Dîcle pê were girtin. Ji ber ku raya giştî Dîcle nas dike. Lê şandeya dadgehê şahidên nepen esas girt û Muftuoglu berneda. Bi lez û bez ev biryar hat dayîn û destûr nedan ku parêzer parastinê bikin. Piştî binçavkirin û girtina 7 mehan a derhiqûqî dîsa biryara berdewamiya girtinê dan. Di danişînê de Dîcleyê ne tenê xwe, em hemû parastin ango rojnamegeriyê parast.”

‘Ya tê darizandin ne Dîcle, rojnamegerî ye’

Daxuyanî wiha bi dawî bû: “Dîcle dê di 18’ê Çileyê de cara duyemîn derkeve pêşberî dadgehê. Di danişîna ewil de hat dîtin ku di dosyayê de ji xeynî xebatên wê yên rojnamegeriyê tiştekî cuda tunebû. Li vir ya tê darizandin ne Dîcle, rojnamegerî ye. Eşkere ye ku girtina Dîcleyê ne ji bo tedbîrê, ji bo cezakirinê ye. Em dixwazin were berdan. Danişîna Dîcleyê sibê saet di 11.50 de tê lidarxistin. Em li bendê ne ku her kes piştevaniya bide û tevli danişînê bibin. Em naxwazin êdî tu kes ji ber rojnamegeriyê bê girtin û darizandin. Em careke din dibêjin #ÇapemeniyaAzadNayêBedengkirin”