Komeleya Dema Jinê: Em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin

Komeleya Dema Jinê, bertek nîşanî binçavkirina aktîvîstên jin ên Kurd ku seroka komeleya wan Dîlek Başalan û Dayikên Aştiyê jî di nav de ne da û got ku ew ê dest ji têkoşîna xwe ya ku ji bo ked, beden, nasname, çand û hebûna xwe dimeşînin bernedin!

Navenda Nûçeyan- Komeleya Dema Jinê, der barê binçavkirina aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), endamên Însiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê, çalakgerên Nobeta Edaletê, endamên DEM Partî, hunermendên Komeleya Çanda Mezopotamyayê (NÇM) jî nav de binçavkirina 17 kesan de civîna çapemeniyê li dar xist.

‘Hewl didin xebatên hevalên me krîmînalîze bikin’

Rêxistinên jinan, rêxistinên civaka sîvîl, hiqûqnas û ji gelek aliyan kes tevli civîna çapemeniyê ya li avahiya komeleyê hat lidarxistin bûn. Li eywana civînê pankarta "Têkoşîna me ya jinan nayê astengkirin" hat daliqandin. Esra Bîber a metna çapemeniyê xwend, wiha got: “Di encama polîtîkayên zayendperest ên ku ji aliyê daraza ku bi awayekî serbixwe tevnagere û bi îqtîdara mêr desthilatdar re dimeşe, çalakiyên gelek hevalên me yên ku di warê mafên jinan de têdikoşin bi binçavkirin û astengkirinên demên dawî hewl didin, krîmînalîze bikin.”

‘Hewldana bêdengkirina jinên Kurd e’

Esra Bîber, bal kişand ku îqtîdar hemû kesên li hemberî polîtîkayên dijminên jinan, zayendperest û neteweperest disekinin û polîtîkayên azadîxwaz, wekhevî, jiyana mirovane diparêzin weke terorîst nîşan dide, êrîşên xwe yên li ser wan didomîne û wiha got: “Binçavkirina parêzvana mafên mirovan û mafên jinan û Seroka Komeleya me Dîlek Başalan ku bi salan e ji bo li hember tundiyê di warê gihîştina mekanîzmayên çareseriyê yên jinên Kurd ên li Stenbolê dijîn kedê dide, hevalên me yên TJA’yî ku di têkoşîna jinên Kurd de çalak in û jinên ku li Navenda Çanda Mezopotamyayê, di warê mafên çandî yên jinên Kurd de dixebitin; ceribandina bêdengkirina jinên Kurd ên ku li hemberî binpêkirina mafên curbecur têdikoşin.”

‘Em bi hevalên xwe re ne’

Esra Bîber, destnîşan kir ew ê li dijî tundiya mêr-dewletê ya li ser jinan zêde dibe dest ji têkoşîna xwe bernedin û hevalên wan ne bi tenê ne û wiha got:

“Di dema ku em ji bo parastina destkeftiyên di encama têkoşîna xwe ya demdirêj de bi dest xistine, ji bo pêkanîna polîtîkayên wekheviyê û ji bo cîhana bê şer û îstîsmar têdikoşin, em bi êrîş, zext û feraseta mer û dewletê ya serdest re rûbirû dimînin. Mekanîzmayên hiqûqî bi îdianameyên ku kopyayên hev in û hincetên binçavkirinê yên bê delîlên şênber ji bo tirsandina her kesê ku têdikoşe vediguherînin amûrekê. Desthilatdariya ku bi awayekî eşkere dixwaze pêşî li têkoşîna me ya femînîst bigre, êrîşên xwe yên li dijî jinan zêdetir û girantir dike.”

'Em bi hiqûqa dijminane re rû bi rû ne'

Esra Bîber, da zanîn ku der barê jinên hatine binçavkirin de 24 saetan qedexeya hevdîtina bi parêzeran re û di dosyeya lêpirsînê de jî biryara sînordarkirinê hatiye dayîn û wiha got: “Nayê qebûlkirin ku hevalên me yên jin beriya hilbijartinên herêmî bi komî bên binçavkirin. Li Tirkiyeyê bi awayekî pir kêfî destwerdana maf û azadiya kesan a bingehîn tê kirin. Pêvajoyek ku tê de jinên têkoşer, siyasetmedarên jin û parêzvanên mafan dibin hedefa darazê û gefên cezakirinê li wan tên xwarin heye. Bikaranîna zêde û derhiqûqî tedbîrên parastinê yên weke girtin û binçavkirinê li ser jinên têkoşer ên Kurd nîşan dide ku li hemberî me hiqûqa dijminane tê meşandin. Lê belê em ji vir careke din û bi hêztir radigihînin ku li hemberî polîtîkayên we yên êrîşker û siyaseta we ya qirêj em ê dev ji têkoşîna xwe ya ku em ji bo ked, beden, nasname, çand û hebûna xwe dimeşînin bernedin!"