TAJÊ civîna xwe ya salane li dar xist

TAJÊ bi beşdariya hemû komîte û endamên xwe civîna xwe ya salane dibin dirûşma 'Bi fikrê Rêber Apo emê bi rêxistina xwe perwerde û yekîtiya jinan, xweseriya Şengalê misoger bikin' li dar xist.

Şengal-Îro li meclisa gel ya Gundê Dugur Tevgera Azadiya Jinên Êzidî bi beşdarbûna Tevahî komîte û endamên xwe civîna xwe ya salene lidarxistin. Civîn bi dirûşmeya 'Bi fikrê Rêber Apo emê bi rêxistan xwe perwerde û yekitiya jinan, xweseriya Şengalê mîsoger bikin' hate bi rê ve  birin.

Civîn ji aliyê berdevka TAJE'ê, Rîham Hico endama Koordinasyona TAJE'ê Niam Bedel û Hevseroka Meclisa Xweseriya Şengalê Rîham Hesen ve hate bi rê ve birin. Piştî deqeyek rêz girtinê berdevka Koordinasyona Tevgera Azadiya Jinên Ezidî Rîham Hico dest bi axaftinê kir.

Rîham da zanîn ku ewê di sala nû de bibin hêz û hêviya hemû jinan û ji bo çareser kirina hemû pirsgirêkên civakê wê kar û xebatên xwe berfireh tir bikin. Piştî axaftina despêkê perspektifa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya li ser jin û civaka Ezidî hate xwedin. Her wiha rapora Salekê ya Tevgera Azadiya Jinên Ezidî û tevahî Komîteyên wê hate xwedin. Piştre rapor û perspektifan rewşa siyasî kar û xebatên ku nava salê de hatine meşandin ji aliyê pêkhateyê ve hate nirxandin.

Tecrîta girankirî ya li ser Abdulah Ocalan tê meşandin hat nîqaşkirin

Di civînê de bi nirxandinan ve girêdayê mijara sereke tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocelan bu. Jinan dan diyar kirin ku pergala desthilatdar hatiye wê merheleyê ku bi her awayî  li dijî Rêber Apo, gelên azadîxwaz, gerillayên azadiyê û jinê tecrîd û êrişên xwe mezin dike. Di vê salê de bi giştî çawa ku politikayên qirkirin û tunekirina fikra azad, jin û jiyanê ranewestiyan berxwedan û tekoşîna bi diruşmeya “”Jin Jiyan Azadî” jî ji çiyayên azad bigire heya tevahî qadên jiyanê her ku çu li dijî pergala desthilatdar mezin bû.

Êrîşên li ser jinên Êzîdî

Di berdewamiya nirxandinan de li ser politikayên ku li dijî civaka Ezidî bi taybet jina Ezidî jî têne meşadin wiha hate nirxandin: ''Li dijî civaka Êzidî ji fermane heya niha bê naveber planên qirêj têne meşandin. Li pêş çavê cihanê her roj êriş li ser civaka Ezidî tê kirin. Bi taybet di salên dawî de ji bo ku vîna jina Ezidî bê şikandin bi her awayî êrişê jin tê kirin. Lê weke TAJÊ her tim em li dijî van erişan rawestiyane û me sekna tekoşînvan ya jina Êzidî nîşan daye''

Di civînê de hate gotin ku ji bo azadiya fizikî ya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan wê ji herdemî bêtir tekoşîna xwe bidin meşadin. Heman demê ji bo civaka Ezidî xweseriya xwe bidest bixe wê jin pêşenktiyeke mezintir bikin. Her wiha her çiqasê li Şengalê bi rêxistinbûna jin û civakê zexta li ser jin, qetilkirin û pirskirêkên civakî kêm bibin jî lê weke tevger ji ber ku nava salê de nekarî pêşiya zexta li ser jin  bigirin rexnedayînên xwe dan û dan diyar kirin ku wê ji vir şûn de ji bo ku paradigmaya Abdulah Ocalan ya azadiya jin û civakê di nava Şengalê de pêk bînin wê xwe hîn bêhtir perwerde bikin û bi erkên xwe rabin.

‘Emê li dijî dagirkeriyê biryara xwe hîn bi hêztir bikin’

Ji beşdarvanên civînê cigira Desteya Rêvegeriya Xweser Ya Şengalê Caklin Hisên di derbarê civîna salane ya Tevgera Azadiya Jinên Ezidî TAJE de axivî û wiha got: '' Civîna me nirxandina kar û xebatên xwe yên sala 2023'an kir. Di civînê de mijara sereke tecrida girankirî ya li ser Rêber Apo bû. Weke jinên Ezidî ji bo ku em xebaten  ên ku me di salê de li dar xistine,nebesî û kêmaniyên xwe binirxînin me ev civîn çêkir. Weke Jinên Ezidî û Ereb ji bo sala nu me li dijî dagirkeriyê biryardariya xwe bi hêz dikin.”

Di dawiya civînê de plansaziya sala nu hate diyar kirin.

Plansaziya TAJÊ ya sala 2024’an:

-Bi pêşengtiya TAJÊ li ser asta giştî Şengalê bi wêneyê Rêbertî zîyerata malan kirin.

-Seminer derbarê rastiya Rêbertî de bê dayîn. Ev wekê kampanya bi navê ‘’Rêbertî mêvanê mala we ye’’

-Bi armanca hamleya azadiya fîzîkî a Abdulah Ocalan bi navê TAJÊ nameyek ji CPT re bê nivisandin,

-Dê konê çalakiyê ji bo azadiya fîzîkî Rêber APO bên vedan.

-Komxebata jin ji bo Rêber APO li ser asta Şingalê li dar bixin. Di meha Sibatê de.

-Bi hemû jinan, fikir û felsefeya Rêbertî dayîna naskirin û belavkirin.

-Wekê hamleyekê bi hemû endam û rêveberan re nîqaş bê li dar xistin.

-Bê navber dewreyên Perwerdêyên akademiyan were vekirin, hedef tu endamekê ango jinekê bê perwerde nemine.

-Ji bo guhertin û vegohertina mêr, dewreya perwerdeyê ji wan were vekirin.

- Ji bo avakirina asayîşa jin xebat meşandin. Di çend mehê pêş me de were avakirin.

-Meclisa jinên Ereb were avakirin, xebat bi berfirehî bên rêxistinkirin.

-Komîteya çalakiya bê avakirin û temsîla xwe di giştî de jî diyar bike.

-Tevlîbûna Konferansa Jin a li Ewropa li ser jenosîdê bê çêkirin.

- Di salvegera fermanê de li ser asta Şengal û Iraqê konferansa jinên Şengalê were li dar xistin.

- Ji bo amadekirina platforma jin û salvegera fermanê Li ser asta Iraqê rêze hevdîtinê,

-Ji bo jinên tên qetilkirin û întîxarê komîteya lêkolînê were avakirin. encamên derketin dê were dest girtin.

-Di meha Sibatê de vekirina dewreyê 10 rojan a Dîplomasî

-Di salvegera fermanê de ser asta Iraqê insiyatîfa jin were ilankirin.

-Li ser fermanê name ji hêzên navnetewî re û cihên peywendîdar bê şandin.

-Ji bo qanûna jin derbixin komîsyonekê jin bê avakirin.

-Xebatê malpera TAJÊ were berdewam kirin û xurtkirin

-Hewldanê şandina heyetekê ji bo Almanya û Rusya.

-Meclisan de xebatên kampanyaya ‘Tu jin bê xwendin û nivisandin nemine’

-Wekê kampanya di meclisên de çûndina her malekê. Tu mal bê rêxistin nemine.

-Xebatên waqfê dana meşandin û berfireh kirin.

-Civîna malbatê şehîdan bê çêkirin.