Navenda Metro: 249 binpêkirinên mafan li dijî rojnamevanan hate kirin

Navenda Metro ya ji bo parastina mafên rojnamevanan, rapora sala 2023’yan a di derbarê binpêkirinên li Herêma Kurdistanê li beramberî rojnamevanan pêkhatine, bi daxuyaniyekê eşkere kir.

Silêmanî- Îro li otela Ramada ya Silêmaniyê Navenda Metro ya ji bo parastina mafên rojnamevanan, di civînek çapemeniyê de rapora xwe ya sala borî ya derbarê binpêkirinên mafên rojnamevanan de eşkere kir.

Di destpêkê de Rêveberê Navenda Metro rexne li hikumeta Herêma Kurdistanê kir û got: “Herêma Kurdistan ji bo karê rojnamevaniyê cihek tirsnak û metirsîdare. Her wiha di raporên navnetewwyî, yên Rêxistina Nûçegihanên bê Sinor (CPJ) û Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (Human Rights Watch – HRW), de îşaret bi binpêkirinên li beramberî mafên rojnamevanan ên li Başûrê Kurdistan û Iraqê dikin. Di raporan de Başûrê Kurdistan wek jîngehek tirsnak û metirsîdar ji bo rojnamevanan tê bi navkirin.”

Piştre rapora Navenda Metro ya li ser binpêkirinên beramberî rojnamevanan hate xwendin. Di rapora Navenda Metro de ev tişt hate gotin: “Di sala borî de (2023) de 249 binpêkirin li beramberî 257 rojnamevan û saziyên çapemeniyê hatine tomarkirin. Ji vana 134 bûyerên cûdakarî û astengkirinê, 38 bûyerên desteserkirin û şikandina kelûpelên rojnamevanan, 27 bûyerên êriş, gef û heqaretê, 5 bûyerên binçavkirinê yên li derveyî yasaya rojnamevaniyê. 37 bûyerên desteserkirina bê biryara dadgehê, 4 bûyerên êrişên elektronîk, 2 bûyerên şikandina kelûpelên rojnamevanan, 2 bûyerên biserdegirtina malên rojnamevanan.”