Ji bo jinên ji Serêkaniyê perwerdeya tenduristî tê dayîn

Weqfa Jinên Azad, bi xebatên xwe yên perwerdehiyê hem hişmendî dide jinên li Kampa Waşokanî û hem jî bo piştgirîkirina jêhatibûnên wan ên pîşeyî derfetên kar misoger dike. Jinan di qursên tenduristiyê de, fêrî alîkariya lezgîn dibin.

DELAL REMEZAN

Hesekê - Bi hezaran kesên ku piştî dagirkeriya dewleta Tirk a ku di sala 2019’an de li ser bajarê Serêkaniyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest pê kir ji cih û warên xwe bûn, li Kampa Waşokanî bi cih bûn. Weqfa Jinên Azad a ku di sala 2014’an de li kampê hat avakirin, bi xebatên perwerdehiyê ji jinên ji cih û warên bûne re hem der barê mafên wan de hişmendî dide qezenç kirin hem jî bi piştgirîkirina jêhatîbûna wan a pîşeyî derfetên kar misoger dike. Weqfa ku bi dirûşma "Jina azad bingeha civaka azad e" hat avakirin û bi berfirehkirina qadên xwe yên xebatê faeliyetên xwe didomîne, niha jî qursek tenduristiyê ku perwerdeya alîkariya lezgîn jî dide vekir. Jinan di qursê de têkildarî alîkariya lezgîn û perester perwerdeya teorî û pratîkê digrin.

'Armanca me xwe gihandina hemû jinan e’

Endama Weqfê Jawaher Ezzo ku li kampê dijî, wiha got: “Weqfa me ya li kampê piştgirî dide jinên ji cih û warên xwe bûne ku êşên xwe derbas bikim. Em ji bo jinan di pîşe û qadên cuda de xebatên perwerdeyê pêktînin." Jawaher Ezzo, anî ziman ew ji bo jin di nava civakê de rolek aktîf bilîzin hewl didin derfetên kar misoger bikin û wiha got: “Armanca me ew e ku em xwe bigihînin hemû jinên kampê. Jin bi rêya komunên li kampê li hev dicivin. Me qursên tenduristiyê vekirin. Ji bilî perwerdeya pîşeyî, kursên xwendin û nivîsandinê jî hene. Dema her qursek nêzî mehek e. Yên ku qursê biqedînin re sertîfîka tê dayîn.”

Jawaher Ezzo, da zanîn di dewreya tenduristiyê de perwerdeya alîkariya lezgîn tê dayîn û wiha got: "Armanca me ew e ku her jin bibe perester, fêrî alîkariya lezgîn bibe û fêr bibe di rewşa lezgîn de çi bike.” Jawaher Ezzo, anî ziman xebatên perwerdeyê ji bo derûniya jinan baş in û wiha got: “Îro beşek ji jinan di pîşeyên ku bi rêya navenda me fêr bûne de dixebitin. Ji ber vê yekê peyama me ji jinan re ev e; divê hûn xwe bawer bin û di gelek qadan de serkeftinê bi dest bixin.”

'Ez dikarim bibim peresterek serketî'

Sabreen Ehmed a ku 4 sal in li Kampa Waşokaniyê dijî, yek ji jinên beşdarî dewreya tenduristiyê bûye ye. Sabreen Ehmed ku wek stajyer tevlî qursê bû, wiha got:

“Min bihîşt ji aliyê Weqfa Jina Azad ve ji bo jinên ji cih û warên xwe bûne li kampê qûrsa peresterek hatiye vekirin û min xwe li vê qursê qeyd kir. Min qeyd kir û tevlî dersên pratîk û teorîk bûm. Min bi saya vê qursê fêrî pîvana tansiyon û germahî û enjeksiyon bûm. Ez hêvî dikim alîkariya lezgîn û hin tiştên zêdetir bibim. Bi vî awayî ez dikarim bibim peresterek serkeftî. Ji ber ku em li kampeke dûrî bajêr dijîn, pêwîste hemû jinên kampê li dijî rewşên lezgîn beşdarî qursên bi vî rengî bibin.”