Di encama bombebarana dewleta Tirk de ji malbatekê 3 kes birîndar bû

Di encama bombebarana Dewleta Tirk de li gundê Şeale yê Şehbayê ji malbatekê sê kes birîndar bûn.

Navenda Nûçeyan-Dewleta Tirk gundên Şeale, Ayn Deqnê, Bêlûniyê, Minix, Nêrebiyê, Til Anab, Îm el Ebed ên li ser Şehbayê û gundê Şewarqa yê navçeya Şerayê bombebaran kirin.

Di encama bombebarana dewleta Tirk de li gundê Şeale yê Şehbayê ji heman malbatê Mihemed Mistefa (50), Emîne Bilêc (45) û Rûslîn Mistefa (16) birîndar bûn. Li gundên din jî zirara madî çêbû.

Dewleta Tirk benden hêzên hikûmeta Şamê yên li gundên Soxanekê yê girêdayî navçeya Şêrewa jî topbaran kirin.