Rojnamevana Mexribî: Divê rojnamevan li herêmên şer werin parastin

Rojnamevana Mexribî Sûad Şaxil teqez kir ku qetilkirina rojnamevanan êrişa li dijî mafê zanîn û derxistina rastiyan e. Her wiha diyar kir ku divê rojnamevan li herêmên şer werin parastin.

HENAN HART

Mexrib- Di heremên şer û nakokî lê kûr e karê rojnamevanî yek ji karên herî metirsîdar e. Rojnamevanên li dewletên mîna Filistîn, Sûdan, Sûriyê û Yemenê dimînin herî zêde bi êrîşan re rû bi rû dimînin û tên hedefgirtin.

Ji destpêka şerê li dijî Xezayê ve li gorî belgeyên komîteya piştgiriya rojnamevanan hejmara rojnamevanên hatine qetilkirin gihîştiye zêdetirî 170. Hejmarên UNESCO jî diyar dikin ku sala 2023’an ji bo rojnamevanên li herêmên şer kar dikin, sala herî bi xwîn bû.

‘Li heremên şer bi sedan rojnamevan tên qetilkirin’

Rojnamevan û endama buroya cîbicîkar a sendîkaya niştîmanî Sûad Şaxil li ser hedefgirtin û qetilkirina rojnamevanên li herêmên şer axivî û bang li hemû rojnamevanên cîhanê kir ku bi her awayê piştgiriya rojnamevanan bikin û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Li herêmên ne ewle mîna Xezayê gelek binpêkirin li dijî rojnamevanan pêk tên. Şopandin û karê rojnamevanî li wê derê gelek zehmetiyan bi xwe re tîne. Parastina rojnamevanan li herêmên bi nakok mijareke zehmet e. Bi sedan rojnamevan tên kuştin birîndarkirin û qetilkirin. Tu zagonên navneteweyî û ne jî yên şer wan diparêzin. Hêzên Israîlê gelek binpêkirinan li dijî rojnamevanan dike ev yek jî azadiya rojnamegeriyê tengav dike. Bi sedan rojnameger di dema şopandina bûyeran de di şer re derbas dibin. Em weke rojnamevanên Mexribê me gelek daxuyaniyên şermezarkirinê derxistin."

‘Ji bo dengê rastiyê qut bikin rojnamevanan dikin hedef’

Sûad Şaxil  di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku hedefgirtina rojnamevanan ji bo bêdengkirina dengê civak û rastiyê ye û wiha domand: "Tevî hemû zagonên navneteweyî yên parastina rojnamevanan esas digre heye jî lê belê ev yek pêk nayê. Mixabin rojnamevan bêyî werin parastin karê xwe li herêmên ne ewle dikin. Hedefgirtina bi zanebûn a rojnamevanan binpêkirina zagonên navneteweyî ye.”

Rojnamevan wijdanê civakê ne

Sûad Şaxil destnîşan kir ku hedefgirtina rojnamevanan dê ne tenê bandorê li rojnamevaniyê bike her wiha dê bandora xwe asta herêmî û navneteweyî jî bi bike û got ku hedefgirtina rojanamevanan hedefgirtina mafê zanîn û dengê rastiyê ye. Sûad Şaxil wiha pê de çû: “ diyar kir ku em weke rojnamevan  divê kiryaran şermezar bikin û piştgiriya rojnamegeriya Mexribî bi kesên li herêmên şer mîna Filistîn, Ukrayna Sûdan, an jî Sûriyê û Yemenê bikin. Na ji bêdengkirina dengê rastiyê û hedefgirtina rojnamevanan re. Rojnamevan wijdanê civakê ne."

Sûad şaxil wiha dawî li gotinên xwe anî: “Pêngavên piştgiriyê ji bo rojnamevanan hene. Girîng e rengên nû yên şermezarkirinê derkevin holê. Ez dibînin ku divê em ji daxuyanî û şermezarkirinan derbasî pêvajoya balkişandina ser kiryarên li dijî rojnamevanan bibin. Em dikarin bi riya nivîsandina raporên bi dîmen û gotaran hîn zêdetir piştgiriyê bidin."