Jinên Idlibê: Divê cudakariya zayendî weke sûc were dîtin

Di demeke ku rewşa siyasî, aborî, civakî û çandî li Idlibê xirab e jinên li wê derê dijîn bi cudakariya zayendî re rû bi rû ne û ji bo bidestxistina mafên xwe yên wekhevî, azadî û rûmetê bedelan didin.

HEDÎL EL OMER

Idlib- Cudakariya zayendî têgeheke gelek reng û teşeyên wê hene û di gelek awayên jiyanê de derdikeve pêşiya me. Ev yek zêdetir li dijî jin û zarokan tê bikaranîn.

Ji ber ku di kampê de dijî ji bo kar nehat qebûlkirin

Koçbera bi navê Nede Şêx Cuma ya 36 salî ku li kampa Dêr Hesan a li Bakurê Idlibê dimîne got: "Min xwest di cihekî ku cilên jinan çêdikin de kar bikim lê belê bi hinceta ez li kampan dijîm û dûrî cihê kar im nepejirandin û zarokek temenê wê biçûktir li bajêr dijî girtin kar. Min dît çawa xwediyê dikanê bi hevalê xwe re bi dengê hêdî diaxive û henekê xwe bi min dike û dibêje koçber e û temenê wê mezin e."

Her wiha destnîşan kir ku êdî dem hatiye cudakariya zayendî li ser esasê temen û rewşa civakî ji aliyê saziyên mafên mirovan ve weke kiryar were hesibandin.

Ji ber xwedî pêdiviyên taybet e kar peyda nekir

Rua El Şewaf a 25 salî jî bi sedema cudakariya zayendî li ser esasê astengdariya wê ya biçûk nikaribû kar li yek ji dibistanên taybet li gundewarên Bakurê Idlibê bibîne.

Rua El Şewaf got: "Bi sedema qezayeke trafîkê di zaroktiya xwe de ez hinekî dikulim. Astengdariya min nebûye sedem ez nemeşim yan jî tev bigerim. Min xwendina xwe dewam kir û min bi rêjeyeke baş zimanê Erebî qedand."

Rua El Şewaf ji ber vê astengdariya xwe tu kar nedîtiye ji ber xwediyên karan kesên tendurist dixwazin.

‘Divê gel bên hişyarîkirin’

Şêwirmenda civakî Heyat El Wakî got: "Cudakariya zayendî li ser esasê temen rewşa civakî yan jî aborî, nijad netew, ol, rewşa tenduristî yan jî astengdariyê tê kirin."

Heyat El Wakî bang li hemû aliyên têkildar li Idlibê kir ku gel ji bo vê mijarê hişyar bikin bi taybetî di warê cudakariya zayendî de û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Bingeha pêşketinên berdewam û pêşxistina aborî bi beşdariya jinan û amadebûna wan a li ser wekheviyê derbasdar e."