Di êrîşên Îsraîlê yên li ser Lubnanê de hezar û 247 kesan jiyana xwe ji dest dan

Ji 8'ê Cotmeha 2023'an û vir ve pevçûnên navbera Îsraîl û Hizbullahê dest pê kir û heta niha hezar û 247 kesan jiyana xwe ji dest dane û 5 hezar û 278 kes jî birîndar bûne.

Navenda Nûçeyan - Wezîrê Jîngehê yê Lubnanê Nasir Yasîn li paytext Beyrûtê civîneke çapemeniyê li dar xist û der barê ziyanên di êrîşên Îsraîlê yên van rojên dawî de zêde bûne de agahî da.

Wezîr diyar kir ku ji 8’ê Cotmeha 2023’an vir ve hejmara miriyan li Lubnanê gihîştiye hezar û 247 kesan û birîndaran jî 5 hezar û 278 kes in û diyar kir ku piraniya kesên ku di encama êrîşan de jiyana xwe ji dest dane û ziyan dîtine sivîl, zarok û jin in.

Di daxuyaniyê de, ji sedî 30 ê koçberên ku li navendên penaberiyê hatine bicîhkirin; Hat destnîşankirin ku hejmara kesên ku heta niha bi taybetî ji herêmên başûr û Bekaayê koç kirine zêdetirî 150 hezarî ye. Wezîr diyar kir ku koçberan ji bo ku xwe bispêrin cîhek saxlem ji  Wadî Xalid, Ekrum, Akkarê belavî heta Beyrût, Cebel Lubnan, Bekaa Rojava, Zahle, Es-Şud, Eley bûne.

Tenê di 3 rojan de 609 kesan jiyana xwe ji dest dane

Artêşa Îsraîlê ji roja 23’ê Îlonê ve êrîşên esmanî li ser bajarên başûrê Lubnanê û her wiha herêmên Bekaa û Baalbek pêk tîne. Li gorî daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê, ji roja Duşemê û vir ve 609 kes di êrîşên hewayî yên Îsraîlê de jiyana xwe ji dest dane.

Ji aliyê din ve tê diyarkirin ku hejmara kesên ji ber êrîşên Îsraîlê li nava welêt koç kirine, nêzî 500 hezarî ne.