Endama Lijneya Weşanê ya Kovara Jîneolojiyê Rojda Yildiz hat binçavkirin

Endama Lijneya Weşanê ya Kovara Jîneolojiyê Rojda Yildiz û mamosteyek di çarçoveya lêpirsîna li Amedê de di serdegirtina saziyên ziman de hatin binçavkirin.

Navenda Nûçeyan- Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de duh bi ser Komeleya Lêkolîna Ziman û Çandê ya Mezopotamyayê (MED-DER), Payîz Pirtûk û Kooperatîfa Perwerdeya Ziman û Çandê ya Ankayê û gelek malan de hat girtin. Di serdegirtinan de pirtûk, kovar û materyalên dijîtal hatin desteserkirin. Têkildarî lêpirsînê biryara nepeniyê hate dayin. Kesên hatin binçavkirin li Şaxa TEM'ê ya li Amedê tên girtin. 

Xwediyê Payîz Pirtûkê Cîhat Guney ê di çarçoveya lêpirsînê de hatibû binçavkirin, piştî îfadeya li dozgeriyê serbest hat berdan. 

Hat hînkirin ku îro danê êvarî 2 kesên din jî hatine binçavkirin. Mehmet Selîm Temelê li ANKA'yê mamostetiyê dike û Endama Lijneya Weşanê ya Kovara Jîneolojiyê Rojda Yildiz hatin binçavkirin. 

Kesên ku di çarçoveya lêpirsînê de hatin binçavkirin ev in:

“Hevserokên MED-DER’ê Mehmet Remzî Azîzoglû û Şukran Yakut, Rifat Ronî, Ramazan Holat, Dîlan Guvenç, Nazan Çelîk, Rezan Aktulum, Bêrîtan Gurbet Orak, Bêrîvan Duman, Ayhan Karatekîn, Belkisa Suleymanoglû Bîtkîn, Mehmet Salih Ongun, Îlyas Gun, Hebûn Yagmûr, Mîne Karakaş, Ahmet Boltan, Rabîa Karayil, Îpek Oyur, Fatma Îgîn, Mûstafa Açmaz, Hasan Gurpinar, Şîlan Elmas Kan, Şehrîban Ayluçtarhan, Niştiman Gul û Cîhat Çagrici, Yaşar Aslan, Jiyan Yagmûr, Hasan Îkvan, Mehmet Selîm Temel û Rojda Yildiz.”