15 jinên Bahayî cara duyemîn derketin pêşberî dadgehê

Li Îsfehanê 15 jinên Bahayî tevî ku berê hatibûn darizandin û ji ber sûcên cuda hatibûn cezakirin, cara duyemîn li Şaxa Yekemîn a Dadgeha Şoreşê hatin darizandin.

Navenda Nûçeyan – Komara Îslamî ya Îranê bi siyasetên xwe yên mêtingerî di hemû warên jiyanê de tepeserkirina jinan didomîne. Rejîma Îranê ku bi taybet piştî serhildana gel a şoreşgerî ya “Jin, Jiyan, Azadî” ku ji aliyê jinan ve hat destpêkirin, zextên xwe zêde kirine, bi darvekirin, girtin, îşkence, binçavkirin û gelek tiştên din hewl dide hebûn û vîna jinan li welat bişkîne.

15 jinên Bahayî yên ku li navenda Îranê Îsfehanê dijîn, di 1’ê Gulanê de bi hinceta “propagandaya li dijî Komara Îslamî” û “beşdarî xebatên teblîxî û perwerdehiyê yên li dijî şerîeta Îslamê bûne” ji bo îfadedayînê li Dadgeha Şoreşê ya bajêr hatin gazî kirin. Her yek ji wan bi pênc sal zîndan, cezayê pere û qedexekirina çûnûhatinê û xizmetên civakî hatin cezakirin.

15 jinên Bahayî di 25'ê Îlonê de li Şaxa 1'emîn a Dadgeha Şoreşê ya Îsfehanê ji nû ve hatin darizandin. Biryara dozê dê piştre bê dayîn.

Navên jinên tên darizandin wiha ne:

“Mojgan Pourshafi, Nasreen Khademi, Azita Rezvanikhah, Shole Ashuri, Mojdeh Bahamin, Bushra Motahar, Sara Shakib, Samira Shakib, Roya Azadkhosh, Noushin Hemmat, Shorangzis Bahamin, Sanaz Rasteh, Maryam Khorsandi, Firouzeh Rastinejad, û Farkhundeh Rezvan.

”Hinek Jin berê jî hatibûn girtin

Pourshafee, Khademi, Rezvani-Khah, Azad Khosh, Shakib, Raseh, Ashouri, Bahamin, Rastinejad, Khorsandi û Hemmat berê di sala 2021’ê de hatibûn girtin û piştre bi kefalet hatibûn berdan.