NY’yê ragihand ku 1 mîlyon mirovên li Xezayê hewcedarê malzemeyên stargehê ne

Li Xezeya ku êrîşên Îsraîlê didomin 2 milyon Filistînî ji cih û warên xwe bûn. Neteweyên Yekbûyî ragihand ku 1 mîlyon mirov hewceyê malzemeyên stargehê ne.

Navenda Nûçeyan- Êrîşên Îsraîlê yên li ser Zîvala Xezayê berdewam dikin. Ji êrîşan herî zêde jin û zarok zirarê dibînin. Hikûmeta Xezayê ragihand ku di êrîşan de 2 milyon Filistînî ji cih û warên xwe bûn û ji sedî 74’ê çadirên ku koçber tê de dimînin ne di rewşa bikaranînê de ne.

Raportorê Taybet ê Mafê Xaniyê yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Balakrishnan Rajagopal li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal li ser hewcedariyên li Xezaya ku ji 7ê Cotmeha 2023an vir ve di bin êrîşên tund ên Îsraîlê da ye parve kir.

Di belavokê de wiha hate gotin: "Li Xezayê beriya zivistanê 1 milyon kes hewcedarê malzemeyên stargehê yên lezgîn in" û ji bo vê mijarê banga lezgîn hat kirin.

Hikûmeta Xezayêyê di daxuyaniya xwe ya 14’ê Îlonê de amaje bi wê yekê kiribû ku bi nêzîkbûna zivistanê re felaketeke mirovî li benda 2 milyon Filistîniyên koçber in.