Li Sûdanê şewba kolerayê: Hejmara miriyan derket 473’yan

Wezareta Tenduristiyê ya Sûdanê ragihand ku hejmara kesên ji ber şewba kolerayê li welêt jiyana xwe ji dest dane derket 473’yan.

Navenda Nûçeyan- Li Sûdana ku di bin siya şer û pevçûnan de ye, gel bi nexweşiya kolerayê re rû bi rû ye. 

Wezareta Tenduristiyê ya Sûdanê têkildarî rewşa dawî ya li welêt daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de der barê mijarê de hat diyarkirin ku li welat bi giştî hejmara pêketiyên kolerayê derket 14 hezar û 944’an û hejmara kesên ji ber nexweşiya kolerayê mirin derket 473’yan.

Baran û lehiya ku ji meha Hezîranê vir ve li welat bi bandor bû, bû sedema belavbûna nexweşiya kolerayê. Rayedaran di 12’ê Tebaxê de li welat kolera wekî şewbê îlan kirin.