Parêzvanên mafan: Li Efrînê ji ber dagirkeriyê mirina bi guman zêde bûye

Parêzvana mafên mirovan Hehan Elî û endama Meclisa Gel Fatîma Lakto bal kişandin ser zêdebûna binpêkirina mafên mirovan û mirina bi guman a jinan di bin navê ‘întiharê’ de û ji bo rawestandina vê rewşê bang li saziyên navneteweyî kirin.

RÛBARÎN BEKIR

Şehba- Dewleta Tirk li bajarê Efrîna dagirkirî li hemberî sivîlan bi taybetî jinan komkujî, tundî, tecawiz jî di nav de gelek binpêkirinên dermirovî pêk tîne. Sûcên li Efrînê ji aliyê dewleta Tirk ve tên kirin, ji derveyî bandorên fîzîkî dibin sedema xirabûna derûniya mirovan.

Endama Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Şehbayê Hehan Elî û endama Meclisa Gel Fatîma Lakto sûcên dewleta Tirk ên dermirovî li Efrînê li dijî gel pêk tîne ji ajansa me re nirxand.

‘Dewleta Tirk sûc dike’

Hehan Elî diyar kir ku li Efrîn û herêmên din ên di bin dagirkeriyê de li hemberî jinan binpêkirin tên kirin û wiha got: “Dewleta Tirk bi guherîna demografî, koçkirina gel, sûcên weke revandina mirovan, komkujî, dizî, talan û gelek sûcên din ên zagonên navneteweyî û peymanan binpê dikin dike. Li Efrînê çeteyên girêdayî dewleta Tirk tevî peymanên navneteweyî yên ku jinan diparêzin jî gelek binpêkirinan dikin. Çete li jêrzemîn û girtîgehên veşartî tecawiz, komkujî, îşkence, şantaj, talan û heqaret jî di nav de rêbazên cuda yên îşkenceyê li hemberî gel û jinan pêk tînin. Çete di heman demê de li dijî mêran bi şantaj û talanê jinan weke amûra zextê bi kar tînin.”

‘Hejmara jinên li Efrînê hatin revandin zêdeyî hezar û 200’î ye’

Hehan Elî der barê îstatîstîkên sûcên ji destpêka dagirkeriya Efrînê ve heta niha li hemberî jinan hatine kirin de wiha got: “Li Efrînê hejmara jinên hatine revandin gihîştiye hezar û 200’an, hê aqûbeta gelekan nayê zanîn. Li navendên binçavkirinê û ji derve hejmara jinên ku rastî tundiyê hatine gihîştiye 80’yan. Gelek jin û zarokên keç bi awayên cuda hatine qetilkirin, hemû sûcên tên kirin bê hesab dimînin. Sedemên malbatî û şexsî nîşan didin û hinek jin jî bi hinceta ‘namûsê’ tên qetilkirin. Ev hemû weke komkujiyên jinan hatine belgekirin.”

‘Li Efrînê bûyerên întiharê û mirina bu guman zêde dibin’

Hehan Elî destnîşan kir ku li Efrînê ji bo jinan jiyana bi ewle ne gengaz e û da zanîn ku rewşa bi kaos a ku dewleta Tirk û çeteyên wê ava kirine bi jinan re dibin sedema bandorên psîkolojîk û civakî û wiha got: “Ji ber avakirina vê rewşa bi kaos, jin ji ber tirsa mirinê ji malên xwe dernakevin. Rûbirûbûna şantaj û revandinên ji aliyê çeteyan ve bi mirovan re dibin sedema xirabûna rewşa derûnî. Li Efrînê di van demên dawî de bûyerên întiharê û mirina bi guman zêde dibin.”

‘Dagirkerî hewl dide nirxên jiyanî yên civakê tune bike’

Hehan Elî da zanîn ku ji bo darên zeytûnan ji gel pere dixwazin û bal kişand ser binpêkirinên dermirovî yên tên jiyîn û wiha got: “Gel dibêje çete ji ber sûcên kirine hesab nadin. Li Efrînê sûcên çeteyan her roja diçe qat bi qat zêdetir dibin. Di heman demê de li Efrînê rê li ber zewaca di temenê biçûk de vebûye. Malbat ji tirsa çeteyan, neçar dimînin zarokên xwe di temenê biçûk de bidin zewicandin. Hemû rewş dibin sedem ku ji çanda gel cuda gelek standartên cuda yên civakî derbikevin holê. Li Efrînê ji ber dagirkeriyê û zextên psîkolojîk, întihar, hevberdan, pirzewacî, zewacên di temenê biçûk de zêde dibin.”

‘Armanc bi van binpêkirinan ew e ku îradeya jinan bişkînin’

Edama Meclisa Gel Fatîma Lakto jî anî ziman ku li herêmên dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê dagir kirine, gelek sûc tên kirin û da zanîn ku li Efrînê saziyên taybet ên sûcên li dijî jinan belge dikin hene û got: “Armanca van hemû binpêkirinan bê îrade hiştina jinan e. Dewleta Tirk dixwaze ji jinên ku li dijî DAIŞ’ê serkeftin bi dest xistine tolê bistîne. Tundiya li Efrînê li dijî jinan tê kirin, belavî du beşan dibe. Ya yekem tundiya fîzîkî ya ku jin bi destên çeteyan rastî îşkenceyê tên, ya duyem jî tundiya derûnî ye ku jin di aliyê derûnî û civakî de mexdûr dibin.”

Fatîma Lakto destnîşan kir ku li Efrînê di van demên dawî de mirina bi guman a di bin navê întiharê de, ji van binpêkirinan cuda nîn e û wiha got: “Divê saziyên mafên mirovan ên navneteweyî, sûcên li dijî sivîlan, bi taybetî jî jinan li Efrînê tên kirin rawestînin û jin ji bo careke din bigihîjin mafên xwe li dijî dewleta Tirk û çeteyên wê sekna pêwîst nîşan bidin.”