Rojnameger Pexşan Ezîzî rakirin nexweşxaneyê

Rojnameger Pexşan Ezîzî ku li Girtîgeha Evînê girtiye û cezayê darvekirinê lê hatiye birîn, rakirin nexweşxaneyê.

Navenda Nûçeyan- Li gorî medya Rojhilatê Kurdistanê rojnamevan Pexşan Ezîzî ku li Îranê cezayê darvekirinê lê hatiye birîn, li Girtîgeha Evînê ya lê tê dîlgirtin, rakirine nexweşxaneyê.

Hate gotin ku bijîşkan ragihandiye ku pêwîstiya Pexşan bi nexweşxaneyê heye û divê were dermankirin

Hêjayî gotinê ye di 23’yê mehê de li ser hesabê medyaya dîjîtal a Pexşan Ezîzî hate diyarkirin ku rê nadin Pexşan Ezîzî were dermankirin. Di wê peyamê de hatibû gotin: “Pexşan Ezîzî rastî êşa giran a serêşê tê û malbata wê ji bo dermankirinê mesrefên bijîşk qebûl kirine. Lê tevî vê yekê jî nehiştin biçe cem bijîşk.”

Pexşan Ezîzî di Tebaxa 2023’an de ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatibû binçavkirin û piştre bi hinceta beşdarî çalakiyên “Jin, jiyan, Azadî” bûye, ji aliyê Dadgeha Tehranê ve cezayê darvekirinê lê hat birîn.