Fîlîz Bûdak: Divê Iraq nebe hevkarê planên qirêj

Hevseroka Meclisa Gel a Wargeha Mexmûrê Fîlîz Bûdak, bertek nîşanî hevkariya hikûmeta Iraq û PDK’ê ya bi dewleta Tirk re da, got ku divê Iraq nebe hevkarê planên qirêj û li dijî êrişan banga mezinkirina têkoşîn û şerê gelê şoreşgerî kir.

NÛPELDA DENÎZ

Mexmûr - Dewleta Tirk bi salan e bi hevkariya PDK’ê li dijî gelê Kurd polîtîkayên qirkirin û tunekirinê dimeşîne û hewl dide xaka Başûrê Kurdistanê û Iraqê dagir bike. Di 15’ê Tebaxa 2024’an de li Enqereyê di navbera hikumeta Iraq, PDK’ê û dewleta Tirk de civînek hat lidarxistin. Di vê civînê de bi hevkariya PDK’ê di navbera hikumeta Iraqê û dewleta Tirk de ‘Peymana ewlehiyê’ hat îmzekirin. Piştî îmzekirina vê hevpeymanê êriş û dagirkeriya li ser Başûrê Kurdistanê zêdetir bûn.

Gelê Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi salan e rastî her curê êrişên dewleta Tirk ên bi hevkariya PDK’ê tên. Wargeha Mexmûrê di navbera 10’ê Îlonê û 16’ê Îlonê de tenê di nava hefteyek de 2 caran rastî êrişên hewayî yên dewleta Tirk hat. Hevseroka Meclisa Gel a Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) Filîz Bûdak têkildarî hevkariya hikûmeta Iraq, PDK’ê ya bi dewleta Tirk re û êrişên dewleta Tirk ên li ser Wargeha Mexmûrê ji ajansa me re axivî.

‘Hêzên hegemon bi avakirina çeteyan şerê wekaletê dane destpêkirin’

Fîlîz Bûdak, di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku pêvajoya şerê cîhanê yê seyemîn ji şerên cîhanê yên yekemîn û duyemîn cudatir tê destgirtin û wiha got: “Pêvajoya ku em dijîn, pêvajoya şerê cîhanê yê seyemîn e. Rêbertî di salên 90’î de binav kiribû û gotibû ku li Rojhilata Navîn şerê cîhanê ya seyemîn tê jiyîn û ev şer heta roja me ya îro didome. Şerê cîhanê ya sêyemîn ji yê yekem û duyemîn cudatir tê destgirtin. Hêzên hegemon bi avakirina çeteyan, şerê wekaletê dan destpêkirin û bi avakirina çeteyên ku dixwazin netew-dewletên li Rojhilata Navîn ji holê rakin û piştî dawî hatina hevpeymana Lozanê projeyek nû bidin meşandin. Ya ku bikaribe li dijî vê yekê bisekine pêngava şerê gelê şoreşgerî ye û ya ku vê pêngavê ava kir û pêşengiya wê kir jî Rêber Apo û tevgera azadiya Kurdistanê ye. Lewma zêdetir vî şerî li hemberî Kurdistanê û tevgera azadiya Kurdistanê dimeşînin. Di salên destpêkê yên vî şerî de di encama komploya 15’ê Sibatê de Rêber Apo dîl girtin. Armanc tunekirina Rêber Apo, Tevgera Azadiyê û gelê Kurd bû.”

‘Hevpeymana Enqere-Bexdayê ne tesaduf e hedef destkeftiyên gelê Kurd e’

Fîlîz Bûdak, bal kişand ser hevkariya hikûmeta Iraq, PDK’ê û dewleta Tirk û wiha axivî: “Dema mirov dinêre dibîne ku êrişên li ser Herêmên Parastina Medyayê, Mexmûr, Şengal û Rojavayê Kurdistanê û tecrîda li ser Rêber Apo ji yek navendê tên meşandin. Di encama vê yekê de hevpeyman tên îmzekirin. Hevpeymana Cotmehê ya li ser Şengalê jî girêdayî vê yekê ye. Êrişên ji sala 2017’an vir ve li ser Mexmûrê tên meşandin û li herêmên Parastina Medyayê bikaranina çekên kîmyewî di çarçoveya vê planê de ye. Di tevahî cîhanê de bikaranîna çekên kîmyewî qedexe ye lê li Kurdistanê çekên kîmyewî tên bikaranîn û bêdengiyek heye. Dixwazin gelê Kurd nebe xwedî statuyek. Lewma gelek hevpeyman hatin îmzekirin. Herî dawî jî di 15’ê Tebaxa 2024’an de di navbera Enqere û Bexdayê de hevpeymanek hat îmzekirin. Çama 15’ê Tebaxê, ji ber ku 15’ê Tebaxê di Kurdistanê de destpêkirina şerê gel ê şoreşgerî ye. Hevpeymana Enqere-Bexdayê ne tesaduf e, dîroka gelê Kurd hatiye hedefgirtin. Ji ber ku baş dizanin şerê gel ê şoreşgerî dikare pêşiya şerê cîhanê yê seyemîn bigre. Lewma bi taybetî roja 15’ê Tebaxê hilbijartin.”

‘Piştî hevpeymanê rojnamevan hatin hedefgirtin’

Fîlîz Bûdak, di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku hikûmeta AKP-MHP’ê dixwaze sînorên Misak-i Milî bi temamî pêk bîne û wiha got: “Hikûmeta AKP-MHP’ê dixwaze sînorên Misak-i Milî yên xeyalên xwe yên Osmaniya nû bi temamî pêk bîne. Di vê çarçoveyê de şereke giştî li dijî tevgera azadiya Kurdistanê û gelê Kurd daye destpêkirin û hemû derfetên xwe bi kar tîne. Dewleta Tirk dixwaze mutefîkên xwe ava bike û heta astekê vê yekê pêk aniye. Hikûmeta Iraqê heta astekê ketiye nava vê hevpeymanê. Heypeyman Bexda-Enqereyê nîşan dide ku li Herêma Başûrê Kurdistanê û Iraqê tevahî êrişên li dijî Tevgera Azadiya Kurdistanê, gelê Kurd û kesên azadîxwaz rewa dike. Piştî hevpeymanê rojnamevan, malbat û zarok hatin hedefgirtin û qetilkirin.” 

‘Armanca bingehîn belavkirina Mexmûrê ye’

Fîlîz Bûdak, da zanîn ku êrişên dewleta Tirk ên li dijî Mexmûrê encama pêkanîna hevpeymana Bexda-Enqereyê ye û wiha pê de çû: “Êrişên dewleta Tirk ên li ser Mexmûrê tên pêkanîn encamê vê hevpeymana Bexda û Enqereyê ne. Di nava hefteyek de bi balafirên bê mirov û bi çek mal û bexçeyên gel hatin hedefgirtin. Li dijî van êrişan bêdengî û bêhelwestiyek mezin heye. Armanca bingehîn belavkirina Mexmûrê ye. Êrişan bi hinceta hebûna HPG-YJA Starê pêk tînin. Hevpeymana ku hatiye îmzekirin bi xeter e û zirarê dide têkiliyên gelê Kurd, Ereb. Tirkiye dixwaze pergala neteweya demokratîk a li Mexmûr, Şengal û Rojavayê Kurdistanê hatiye avakirin tune bike. Ya herî kirêt jî malbata Barzanî ye di nava vê pêvajoyê de cih digre. PDK bûye amûra dagirkeriya li Başûrê Kurdistanê. Ev yek ji bo wan rûreşiyek e. PDK bi derfet û destên xwe Kurdistanê pêşkêşî dagirkeriyê dike. Di kesayeta mala Barzanî de li Başûrê Kurdistanê pêvajoyeke bi vî awayî ya ji derveyî exlaq tê jiyîn. Ji ber vê em vê yekê ji xiyanetê zêdetir weke dijminatî pênase dikin.”

‘Divê Iraq nebe hevkarê vê plana qirêj’

Fîlîz Bûdak, bal kişand ser têkoşîn û berxwedana gelê Kurd a li dijî êrişên dewleta Tirk û wiha axivî: “Helbet li hemberî hemû êrişan têkoşînek xurt a Tevgera Azadiya Kurdistanê, têkoşîna bêhempa ya Rêber Apo û gelê Kurd heye. Lewma gel ji êrişên heyî natirse û li dijî êrişan têkoşînek xurt dimeşîne. Di kesayeta gelê Kurd ê bi Rêber Apo re yekbûyî de, rojane berdel tên dayîn. Ev yek jî bi fikir û têkoşîna Rêber Apo hatiye qezenckirin. Hevpeymanên ku tên pêkanîn, sedsalên din bi xwe re xira dikin. Nabe ku hikûmeta Iraqê bibe hevkarê vê plana qirêj. Ger hikûmeta AKP-MHP’ê îro li Rojhilata Navîn bikaribe Tevgera Azadiyê lewaz bike, wê hikûmeta Iraq bi temamî têk biçe.”

‘Pêwîst e têkoşîn û şerê gelê şoreşgerî bê xurtkirin’

Fîlîz Bûdak, di dawiya axaftina xwe de banga xurtkirina têkoşîne kir û got: “Bangawaziya me ew e ku hêz, gel û neteweyên li Rojhilata Navîn li dijî planên hikûmeta AKP-MHP’ê têbikoşin. Divê em weke jin û civakê bikevin ferqa vê yekê û bi têkoşîneke li ser esasê bîrdoziya rizgariya jin û gelan li hemberî van êrişan bisekinin. Pêwîst e têkoşîn û şerê gelê şoreşgerî bê xurtkirin û li dijî şerê taybet, şerê fizîkî û li dijî hemû pêkanînan li ber xwe bidin. Destdirêjahiyên li ser jinan û li ser gelan ji heman navendê tên pêkanîn. Li hemberî van êrişan têkoşîn, wê me bibe serkeftinê.”