Rojnameger Evrîm Denîz hat binçavkirin

Rojnameger Evrîm Denîz ê li midûriyeta polîsan a ji bo îfadedayînê gazî wê kirin hat binçavkirin.

Navenda Nûçeyan- Rojnameger Evrîm Denîz ê li midûriyeta emniyetê ya Amedê ji bo îfadedayînê bangî wê kirin hat binçavkirin.

Sedema binçavkirina Evrîm Denîz ji bo parvekirina nûçeyê bi dozgerê îdianameya doza ku li Amedê 15 rojnameger hatin binçavkirin û hevjîna endama heyetê di dozê de cihê erka xwe guherand hat nîşandan. Hat diyarkirin ku piştî rojnameger ji bo kontrola tenduristiyê birin nexweşxaneyê, dê îfadeya wê bi îdiaya "meqamê cemaweriyê hedef girtine" bê girtin.

Edîtora T24'ê Sîbel Yukler, nûçegihanên Ajansa Mezepotomya Delal Akyuz û Firat Can Arslan û edîtora bianetê Evrîm Kepenek îro li Amed, Enqere û Îzmîrê di serdegirtina malan de hatin binçavkirin.