Rapora Çile ya KCDP: 31 jin ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin

Li gor rapora Çile ya KCDP; Di meha Çileyê de 31 jin ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin û 21 jin jî bi guman mirî hatin dîtin. Ji sedî 35’ê jinan ji aliyê mêrê ku pê re zewicîn ve hatine qetilkirin.

Navenda Nûçeyan - Platforma Em ê Pêşiyê li Cînayetên Jinan Bigirin (KCDP) Rapora Çileya 2024’an eşkere kir. Di raporê de hat destnîşankirin ku wezaret bi awayekî sîstematîk daneyên li ser qetilkirina jinan nagirin û parve nakin.

Di raporê de hat diyarkirin ku di meha Çile de 31 jin hatine qetilkirin û 21 jin jî bi guman mirî hatine dîtin. “Telaq, redkirina aşitiyê, redkirina zewacê, redkirina têkiliyê û 1 jî di bin hincetên aborî de hatine qetilkirin. Nehate diyarkirin ku 23 ji wan bi çi hincetê hatine qetilkirin.”

Herî zêde li malên xwe hatine qetilkirin

Ji jinên vê mehê hatin qetilkirin 19 li mala xwe, 7 li kolanan, 2 li cihên şahiyê, 2 li qada cemaweriyê, yek jî di wesayîtê de hate qetilkirin. Ji sedî 61’î jinan li malên xwe hatin qetilkirin. Ji jinan 19 jê bi çekê, 9 bi amûrên birînê, 2 bi fetisandinê hatin qetilkirin. Nehate tespîtkirin ku jinek jî çawa hatiye qetilkirin. Di vê mehê de ji sedî 61 jinan bi çekan hatin qetilkirin.