Parêzer Nesrîn Sotudeh bi îşkenceyê hat binçavkirin

Parêzer Nesrîn Sotudeh a beşdarî merasîma cenazeyê Armîta Ground a li Îranê di encama îşkenceya polîsan de jiyana xwe ji dest da, bi îşkenceyê hat binçavkirin.

Navenda Nûçeyan - Armîta Ground a 16 salî ku di 1’ê cotmehê de li Tehrana paytexta Îranê ji aliyê 'polîsên exlaqî' ve ji ber ku rêziknameya neçarî pêk neaniye rastî îşkenceya polîsan hat, li nexweşxaneya ku berê lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da.

Destûr nehat dayîn ku Armîta Ground li bajarê xwe Kirmaşanê bê definkirin. Li ser vê yekê Armîta Ground bi girseyî li Goristana Beheştî Zera ya Tehranê hate definkirin. Gelek kesên ku beşdarî merasîma cenazeyê Armîta Ground bûn ji aliyê hêzên rejîma Îslamî ya Îranê ve bi îşkenceyê hatin binçavkirin. 

Hate hînbûn ku parêzer û parêzvana mafên mirovan Nesrîn Sotudeh jî di bin îşkenceyê de hatiye binçavkirin.