Parêzer Cennet Zugurli: Îşkence êdî bi awayekî vekirî tê kirin

Parêzera OHD’ê Cennet Zugurli, diyar kir ji ber polîtîkaya bêcezatiyê êdî îşkence bi awayekî vekirî tê kirin û destnîşan kir di dosyayan de ne kiryaran der barê mexdûran de, bi sûcdariya “Ji polîs re mukavemet” lêpirsîn tên vekirin.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed- Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) ya Amedê rojên borî der barê binpêkirinên mafan ên di nava 7 mehan de li Amedê hatin jiyîn de raporek weşand. Di raporê de hat tespîtkirin ku 667 kes rastî îşkence û muameleya xerab hatine û hezên ewlehiyê yên kiryarê işkenceyê jî bê ceza hatine hiştin. Her wiha di raporê de hat diyarkirin cihên herî zêde îşkence lê hatiye jiyîn girtîgeh û kolan in.

'24 dosya neşopandinê encam bû’

Endama Komîsyona Îşkenceyê ya Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) ya Amedê Cennet Zugurli, der barê binpêkirinên mafan ên li bajêr de nirxandin kir. Cennet Zugurli dest nîşan kir 24 dosyayên binpêkirinê ya di raporê de cih digre, bi "neşopandinê" encam bû û da zanîn di dosyayên din de jî tenê di dosyayek de bi sûcê “birîndarkirina hesan” tenê lêpirsîn hatiye vekirin.

'Îşkence êdî bi awayekî vekirî tê kirin'

Cennet Zugurli bal kişand di dosyayên îşkence yên ji aliyê hezên ewlehiyê ve tên pêkanîn de, der barê mexdûran de bi sûcdariya "Ji polîs re mukavemet” lêpirsîn tên vekirin û destnîşan kir sedema zêdebûna binpêkirinan polîtîkaya bêcezatiyê ye. Cennet Zugurli diyar kir ku li hemberê vê polîtîkayê hezên ewlehiyê bikaranîna hêza bê pîvan wek erkek ji wan re hatiye dayîn dibînin û wiha got: “Bi vê cesaretê li dijî welatiyên ku di çarcoveya mafên xwe yên bingehîn de heqeret dikin, sûcê îşkence û muameleya xerab pêktînin. Hikûmeta siyasî, misoger dike ku hêzên ewlehi yên bi zirxên bêcezatiyê re hatine pêçandin, di bin vê parastinê de bin. Bi vê pêvajoyê re kiryarên îşkenceyê êdî ne bi dizî, bi awayekî vekirî tên pêkanîn. Bi van polîtîkayên îşkenceyê re armanca wan a sereke tepisandina komên muxalîf e."

'Ne kiryarên îşkenceyê, mexdûr tên cezakirin’

Cennet Zugurli, dest nîşan kir di dozên îşkenceyê de lêpirsîneke bi bandor nayê meşandin û mexdûrê îşkenceyê tên darizandin û wiha axivî:

“Piraniya lêpirsînên hatin vekirin bi îdaya şîdeta ku hezên ewlehiyê pêkanîne “birêje” ye bi neşopandinê encam bûn. Ji derveyî vê bi awayekî trajîkomîk piştî giliya mexdûrên îşkenceyê, der barê mexdûran de 'mukavemet' an jî 'birîndarkirina bi qestî' lêpirsîn tê vekirin. Di encama vê pêvajoyê de welatiya ku îşkence lê hatiye kirin tê cezakirin, heza ewlehiyê ya sûcdar jî bê ceza tê hiştin. Di encama girtina biryarên derveyî hiqûqî yên wekî nemeşandina lêpirsînek bibandor, hezên ewlehiyê ya dewletê li hemberê kiryarên îşkenceyê bi zirxa bêcezatiyê tijî kirin û li cihê sûcê îşkenceyê ji sûcên cezayên hin kêmtir îdianame amede kirin de, roj bi roj bûyerên îşkenceyê zêde dibe.”

'Xelatdayîna kiryaran sûcên îşkenceyê zêde dike'

Cennet Zugurli dest nîşan kir li şûna cezakirina kiryaran xelatkirina wan sûcên îşkenceyê zêde dike û diyar kir divê daraz erka xwe pêk bîne. Cennet Zugurli da zanîn ku zêdebûna dozên îşkenceyê bi pêvajoya siyasî ve jî girêdayî ye û wiha got: "Ev bûyerên îşkenceyê, encama bi polîtîkayên otorîter re durketina Tirkiyê ya ji feraseta dewleta hiqûqê, pêkanîna polîtîkayên ewlekariyê û bi têgihiştina kontrolkirina civakê, xistina bin kontrolê û zordarîkirina li ser civakê ye.”

'Îşkence sûc e'

Cennet Zugurli di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku polîtîkaya bêcezatiyê ya ku bi biryarên neşopandinê yên darazê ya li Tirkiyeyê tên dayîn re avadibe, hem li dijî hiqûqa navxweyî hem jî li dijî qanûnên navneteweyî ye û wiha got:

“Ji ber ku îşkence sûcek e ku hem di hiqûqa navxweyî hem jî di hiqûqa navneteweyî de qedexe tê dîtin e. Tevî ku di qanûnên neteweyî û navneteweyî de tê qebûlkirin ku di hin rewşan de mafê jiyanê jî ji mudaxeleyan re vekirî ye jî, îstîsnaya wiha ya îşkenceyê nehatiye pêşdîtin. Biryara dadgehan ya dema ku hezên ewlehiyê ya dewletê sûcê îşkenceyê dikin cih ji peyketin te nîne an jî ji derveyî sûcê îşkenceyê ji sûcên hin kêmtir îdianame amedekirin, li dijî Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê ye.”